Semînera jineolojiyê bi dawî bû

Li Lozanê semînera jineolojiyê hate lidarxistin. Jinên ji welatên cihê tevlî semînerê bûn.

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê bi hevkariya Navenda Jineolojiyê ya Brukselê û Meclîsa Jinên Kurd a Lajîn a Kantona Vaûdê semînera jineolojiyê hate lidarxistin. Semîner 2 rojan domiya. Di roja pêşîn a semînerê de xebata atolyeyê hate kirin û di roja duyemîn de jî pêşkêşiya li ser dîroka jin û gelê Kurd hate kirin.

Ji welat û bajarên cihê mirov tevlî semînerê bûn.

Sarah Marcha ya ku koordînatora semînerê bû û endama Navenda Jineolojiyê ya Brukselê bû diyar kir roja pêşîn 15 kes û di roja duyemîn de jî 20 kes tevlî semînerê bûne û got “Jinên ji Swîsreyê û saziyên jinên koçber tevlî semînerê bûn.Ciwanên enternasyonalîst jî eleqeyeke mezin nîşanî perwerdehiyê da.”

Sarah Marcha diyar kir wan roja duyemîn a semîenrê li avahiya Komeleya Çandê ya Kurdan li dar xistine  û li ser dîroka jinên Mezopotamyayê û têkoşîna wê ya di nav dîrokê de sekinîne. Marcha got “Em li ser dîroka jinê sekinî. Ji ber ku dema mirov ji civaka xwezayê tevlî civaka dewletê bû, divê em têkoşîna jinan baş bizanibin. Divê em dîroka têkoşîna jinan baş fêm bikin. Têkoşîna jinan a pênc hezar salî ji Mezopotamyayê dest pê kiriye û bandor li hemû dinyayê kiriye. Divê ev dîrok were zanîn. Piştre jî me xebateke atolyeyê li dar xist. Me nîqaş kir ku azadî ji bo me tê çi wateyê.”

Marcha diyar kir wê ev semîner bidomin û got “Di semînerê de mafê bicihbûnê, ekofemînîzm, afrofemînîzm, têkoşînê dekolonyal, dijberiya nijadperestiyê û şîddeta polîsan hatin nîqaşkirin. Ji bo beşdarî û jineolojiyê eleqeyeke mezin heye. Du hefte şûnde wê li bajarê Rennesê yê Fransayê semînereke perwerdehiyê pêk were.”

Di semînerê de axaftina şoreşgera Kurd Aysel Dogan a ku çend roj berê li Elmanyayê şehîd bûbû û axaftina Sakîne Cansiz a ku li Parîsê tevî du hevalên xwe li Parîsê hatibû qetilkirin, ya di belgefîlmêa li ser wan de hate temaşekirin.