Li Îranê polîsên êrîşî jina ciwan kirin hatin destgîrkirin

Li paytexta Îran Tahranê sê polîsên ku êrîşî jinekî ciwan kirîn, piştî bertekên zêde hatin destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniya rojnameya fermî ya hikûmeta Îranê, "Polîsên ku jineke ciwan li bajarê Lavasana rojhilatê Tehranê bi tundî destgîr kirin, hatin destgîrkirin."

Li bajarê Lavasana ê rojhilatê Tahranê sê polîsan jinek ciwan derb kirin û ew destgîr kir. Piştî dîmenê tundiya polîsan di medyaya dijîtal de hate weşandin, rastî bertekên zêde hat. Di dîmen de tê xuyakirin ku polîsekî bi cil û bergên sivîl, jina ciwan diavêje erdê û li ser jina ciwan tundiyê bikartîne.

Li gorî rojnameya fermî ya hikûmeta Îranê, polîsên ku jina ciwan derb kirine, hatine destgîrkirin.

Alîkarê Şefê Polîsên Tahranê Mûrad Mûradî anî ziman ku şêwaza polîsan bi tundiye û ne li gorî fermana ku ji polîsan re tê dayîne.