Li Kotolê keçeka ciwan xwe kuşt

Li bajarokê Kotolê ya girêdayî bajarê Xoy keçeka 14 salî xwe kuşt.

Hate zanîn ku duh li bajarokê Kotol a girêdayî bajarê Xoy ya Rojhilatê Kurdistanê keçek ciwan a 14 salî ya bi navê Şîlan Cehangîrî xwe daliqand û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Têkildarê sedema xwekuştina wê keça ciwan ti agahiyek nehatiye parvekirin.

Ji ber pirsgirêkên civakî yên wek hişmendiya zilamsalarî, zewicandina bi darê zorê, zewicandina di temenê zarokatî de û bêkarî, pirsgirêkên giran ên aborî, nebûna yasayên hiqûqî yên ji bo pêşî li şîdeta li ser jinan bigire û polîtîkayên ceza nekirinê, tundiya li ser jinan û ne wekheviya kûr ya zayendî û hwd bûye sedem ku hema bêje rojane bi giştî ciwan û bi taybetî jinên ciwan dest bi xwekujiyê bikin. Di wan 2 salên dawî de rêjeya xwekujiyê her ku diçe zêdetir dibe.