Konferansa Jinan a Marmarayê ya HDP’ê pêk hat

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê di Konferansa Jinan a Marmarayê ya HDP’ê de axivî û diyar kir ku jin wê destûrê nedin ku faşîzm pêk were.

Beriya Konferansa Jinan a Navendî ya 4’emîn a HDP’ê li Stenbolê Konferansa Jinan a Marmarayê ya HDP’ê pêk hat. Konferans li rêxistina HDP’ê ya Bagcilarê pêk hat. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlementerên HDP’ê Pero Dundar, Zuleyha Gulum, Berdevak Herêma Marmarayê Semîha Şahîn jî di nav de jinêk ku nûnerên partiyên pêkhateya HDP’ê ne û gelek jinên ji bajarên herêmê tevlî konferansê bûn.

Di destpêka konferansê de Başaran diyar kir ku wê jin têkoşîn û rêxistinkirinê mezintir bikin û got “Di dawiya meha Hezîranê de em ê kongreya xwe ya mezin a HDP’ê pêk bînin.  Ligel ku gelek êriş li ser partiya me hate kirin jî, em ji gotina xwe nehatin xwarê. Meclîsa me ya jinan bênavber têkoşîna xwe didomîne.  Divê were zanîn li pêşiya faşîzmê jin asteng in.

Em ê heta 17’ê Gulanê hemû konferansên xwe yên herêmî biqedînin û di 21-22’ê Gulanê de jî em jin em ê konferansa xwe ya mezin li dar bixînin.”

Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî, domiya.