Li Dihok û Hewlêrê 2 jin hatin qetilkirin

Li bajarên Dihok û Hewlêr ên Başûrê Kurdistanê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin.

Hat ragihandin ku serê sibehê jinek li navenda bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê, jinek ji li Hewlêrê ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye qetilkirin. Midûriyeta Ewlehiyê ya Dihokê da zanîn ku di der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê hatiye kirin. Navê jina hatiye qetilkirin nehat zanîn.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin hat zanîn ku li herêma Şemamik a Hewlerê jî mêrê bi navê A.Z.M êrîşê hevjîna xwe Behar Zekarya Fetehayê kiriye.

Feteha ya di encama êrîşa hevjînê xwe de bi giranî birîndar bûye li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û hevjînê wê A.Z.M hatiye girtin.