Siyasetmedar Aysel Dogan şehîd bû – HAT NÛKIRIN

Siyasetmedar Aysel Dogan a bi salan di nava Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd de cih girt, li mala xwe ya li Elmanyayê şehîd bû.

Endama Koma Aştiyê ya Duyemîn Aysel Dogan ku di sala 1999'an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ewropayê hat Tirkiyeyê, ji ber nexweşiya pençeşêrê ku pê ketibû demeke dirêj li Elmanyayê dihat dermankirin. Dogan ku tedawiya wî encam negirt, di saet 14.00'an li gorî dema Ewropayê li mala ku lê dima şehîd bû.

Dogan a ji zû de bû ji ber nexweşiya pençeşêrê derman dibû, sala 2011‘an bi operasyonên qirkirina siyasî hat girtin û ji ber zêdebûyîna nexweşiya wê, piştî ku çar salan girtî ma 7‘ê Gulana 2015‘an bi biryara Dadgeha Bilind hat berdan. Aysel Dogan a 17 salan di girtîgehê de ma, çawa ku bi Koma Duduyan re hat welat, hat destgîrkirin û girtin û bi 10 salan hat cezakirin. Sala 2009‘an ji girtîgehê derket û Komeleya Akademiya Bawerî û Çanda Elewîtiyê ya Dersimê ava kir û di bin banê wê de xebitî. Sala 2011‘an 18 sal cezayê giran lê hat birîn.

AYSEL DOGAN KÎ YE?

Aysel Dogan a sala 1953‘yan li Dersimê hat dinê, ji salên xwe yên ciwaniyê ve ji bo nasnameya Kurd bihê naskirin û di makezagonê de bihê mîsogerkirin di rêxistinên girseyî de bi awayekî çalak xebitî. Piştî qedandina beşê Mamostetiya Werzişê ya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê mamostetiya lîseyê kir, salên piştî derbeya leşkeri ya 1980‘yî û bi pişt re gelek carah hat destgîrkirin û êşkencekirin. Bi salan bêyî dadgeh, bêyî pirs û lêpirsîn girtî ma.

Di hilbijartinên giştî yên 20‘ê Cotmeha 1991‘î ya şer li Kurdistanê gur bû, li bajarê xwe Dersimê bû namzeda wekîliyê ya serbixwe. Tevî ku li herêma xwe ya herî pir deng girtin ew bû, ji ber qanûna hilbijartinê ya nedemokratîk çûyîna wê ya meclîsê hat astengkirin.

GEFÊN KUŞTINÊ LÊ HATIN XWARIN

Dogan, ji ber xebatên xwe yên li Dersimê, JÎTEM’ê ew ji xwe re kir armanc. Gefên kuştinê lê xwarin, ji wê boneyê derket derveyê welêt. Li Elmanyayê tev li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û xebatên siyasî bû.

JI BO AŞTIYÊ ÇÛ WELAT HAT GIRTIN

Di sala 1999’an de bi destpêkirina hevdîtinên aştiyê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmraliyê dan destpêkirin, di nav Koma Aştiyê ya ku wê ji Ewropayê biçe Tirkiyeyê de cih girt. Û gava ku ketin Tirkiyeyê tevî endamên komên hat girtin û darizandin. 10 sal ceza lê hat birîn. Di vê pêvajoyê de di girtîgehên Meletî û Elbistanê de ma.

Aysel Dogan piştî ku hat berdan cardin çû bajarê xwe Dersimê. Demekê ji bo avabûna Koma Sisêyan a Aştiyê ya li Ewropayê xebitî. Lê ku pêvajo sekini ew jî li Dersimê bi cih bû. Di nav damezirînerên Komeleya Bawerî û Çanda Elewîtiyê ya Dersimê de cih girt. Di nav çalakiyên komeleyê ya damezirînerî û serokatiyê wê kiriye de, organîze kirina vemirandina agirên daristanan ên di pevçûnên de dihatin şewitandin, çêkirina hişyariyê li dijî nêçîra ajalên li herêmê dijîn û li ber tunebûyînê ne, lidarxistina kampanyayan li dijî projeyên çêkirina bendavan, di nelihevkirinên takekesî de navbeynkarî, semîner li ser mafê jinan û biyanîbûna çandî, lidarxistina meresiman di rojên dîrokî û pîroz de, çêkirina pirtûkxaneyên kolektîv, parastina cih û warên pîroz ên hatine xerakirin cihê xwe girt.

Di êrîşên qirkirina siyasî yên bi navê KCK ê yên hikûmeta AKP’ê yên bi hevkariya Cimaetê yên piştî Hilbijartinên Giştî yên sala 2007‘an de, payîza sala 2011‘an hat destgîrkirin.

18 CEZAYÊ GIRAN LÊ HAT BIRÎN

Komeleya Akademiya Bawerî û Çanda Elewîtiyê ya Dersimê ku damezirîner û seroka wê bû ji çarçoveya lêpirsîna KCK’ê de bi hinceta ‘“derveyê armanca xwe çalaki kiriye“ ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

25‘ê Îlona sala 2011‘an ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran Bi Taybet Rayedarkirî ya Meletiyê hat girtin û hat şandin ji bo girtîgehê. Piştî mayîna girtî bi salekê, 18 sal cezayê giran lê hat birîn.

KET ROJIYA MIRINÊ

Dogan, di koma duduyan a çalakiya rojiya mirinê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’ê ya payîza sala 2012‘an hatibû destpêkirin de cih girt.

Piştî girtina Dadgehên Cezayên Giran ên Bi Taybetî Rayedarkirî, doza wê sala 2014‘an li Dadgeha Bilind hat dîtin, bi daxwaza darizandina ji endamtiya rêxistinê ji nû ve hat xera kirin. Dadgeha Bilind biryar da ku mafê darizandina adilane ya Aysel Doganê hatiye binpêkirin.

Aysel, di girtîgeha Girtî ya Amedê de bi nexweşiya pençeşêrê ket û emeliyat bû bi şûn de, ji ber ku nexweşiyê lê zêde kir sala 2015‘an hat berdan. Piştî hat berdan Dogan li Dersimê bi cih bû, li vir jî bi gel re tev li xebatan bû.