Li Toskanayê panela Jineolojî

Li herêma Toskanayê li ser Jineolojiyê panelek hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.

Li bajarê Florense yê herêma Toksana ya Îtalyayê di 7 û 8’ê Gulanê de bi beşdariya 300 kesî li komîna Mondeggî panelek li ser Jineolojiyê hate ildarxistin.

Di panelê de şoreşa jinên Kurd bi berfirehî hate nirxandin. Endamên Komîteya Jineolojî ya Ewropayê li panelê tecrûbeyên tevgera jinên Kurdistanê parve kirin.

Beşdarên panelê êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê jî nirxandin û destnîşan kirin ku li dijî van êrişên dagirkeriyê divê ew giraniyê bidin ser kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên qedexekirî'.

Di panelê de pirtûka "Jin, jiyan, azadî" ku ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf a li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê Îtalyanî hatiye amadekirin, hate nasandin.