YJK-E’yê ji bo çalakiyên li Bruksel û Strasboûrgê bang kir
YJK-E’ê ji bo meşên ku wê di 11’ê Gulanê de li Strasboûrg û Brukselê li hemberî polîtîkayên riyakar ên Ewropayê were lidarxistin, bang kir.
YJK-E’ê ji bo meşên ku wê di 11’ê Gulanê de li Strasboûrg û Brukselê li hemberî polîtîkayên riyakar ên Ewropayê were lidarxistin, bang kir.
Yekîtiya Jinên Kurdistan-Elmanya (YJK-E) ji bo çalakiyên li Bruksel û Strasboûrgê bang kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya YJK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin “Wekî ku tê zanîn desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ji bo domandina hebûna xwe konsepta îmha û dagirkeriyê ya li ser Kurdan xistine meriyetê. Erdogan bi vê konseptê dixwaze civaka Tirkiyeyê bi gotinên nijadperest ber bi xwe ve bikişîne û ji aliyê din ve li ser gelê Kurd qirkirinê dike. Divê were zanîn ku NATO, YE û DYE çavê xwe ji van qetlîaman re girtiye. Di nav van êrişên leşkerî de yên li ser gelê Kurd PDK jî cih digire û PDK ber bi îxanetê ve diçe. Di heman demê de hikumeta Iraqê jî çavê xwe dagirkeriya Tirkiyeyê digire û ev jî diyar dike dewleta Iraqê di nav xwe de jî parçebûyî ye.
Em bi ruhê 8’ê Adarê û berxwedana Newrozê tevlî çalakiyên ku wê di 11’ê Gulanê de li Strasboûrg û Brukselê bibin.
Di heman demê de di 14’ê Gulanê de jî li Berlînê wê li pêşiya Konsolosxaneya DYE jî çalakiya protestoyê were kirin. Em bang li girse û dostên xwe dikin ku em diyar bikin em her dem bi ruhê berxwedanê yê gerîlayan re bin û em ê em ê li hemberî hêzên hegemon dev ji lêgerîna xwe ya azadiyê bernedin. “