Êrîşên dagirkeriyê li ber Parlamentoya Ewropayê hatin protestokirin

Jinên bi pêşengiya TJK-E’yê hatin ba hev, êrîşên dewleta Tirk-PDK‘ê û hikûmeta Kazimî yên li ser Kurdistanê protesto kirin. Ji bo pûçkirina êrîşan banga zêdekirina çalakiyan hat kirin.

Jinên Kurd û enternasyonalîst, êrîşên hevwext ên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê û êrîşa hêzên hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê bi xwepêşandanên li ber Parlamentoyê Ewropayê protesto kirin. Jinan êrîşên li ser Kurdistanê bi hilgirtina dowîzan teşhîr kir û ji bo temsîlkirina aştiyê bi destên boyaxkirî pê li ser pankartê ‘’Na ji şer re li Kurdistanê’’ nivîsandî, kirin.

Di çalakiya bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hat lidarxistin de Berdevka Têkiliyên Derveyîn ên TJK-E’yê Ayşe Îrîs, Berdevkar Kongra Star a Ewropayê Zozan Derîk û li ser navê jinên enternasyonalîst Sara, her yekê axavtinek kir.

Di axavtinan de hat destnîşankirin ku hewil tê dayîn ku vîn û hêviya hemû gelê Kurd bişike lê belê gerîla û gelê Kurd û dostên wan bi hev re van êrîşan têk dibin, encax divê çalakî hêj bêhtir werin zêdekirin da ku planên dewleta Tirk bi avê de bihên birin.

Enternasyonalîstan jî stranên ‘’Kurdistan’’ û ‘’Chiao Bella’’ ya bi Îspanyolî nivîsandî gotin.