Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Silopiyayê jineke qetilkirî, li kêleka rêyê hat dîtin.
Li navçeya Silopiyayê jineke qetilkirî, li kêleka rêyê hat dîtin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jinek hat qetilkirin. Li bajarokê Tilqebînê, li ber çemê Bêspînê cenazeyê jinekê şewitandî hat dîtin. Cenazeyê ji aliyê ajokarê TIR’ê ve hat dîtin, hat diyarkirin ku di rewşeke wisa de ye ku nayê naskirin.
Hat gotin ku cenaze, cenazeyê jineke bi navê Sakîne ya dêya 3 zarokan e. Hat ragihandin ku ji cenaze ji bo DNA û otopsiyê sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatiye kirin.