Dayik li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Bi boneya Roja Dayikan jin li Stenbol û Mêrsînê hatin ba hev û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê meşiyan. Dayîkan tekez kirin: “Çi qasî dewlet hewl bide pêşiya me asteng bike jî, emê li berxwe bidin.”

Di bin pêşengiya Însiyatîfa Dayikên Aşitiyê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya malbatên xizmên xwe winda kirine ya Marmarayê û Komeleya Enetolî a xizmên xwe winda kirine, bi boneya Roja Dayîkan li restoranek a Sancaktepe’yê şahiyek hat li darxistin. Dayîkên ji Îzmîrê hatî, xizmên girtiyan yên ku li Stenbol û Îzmîrê tevlî Nobeta Edaletê bûyîn, dayîka Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, dayîka Sêvê Demîr ya ku li Silopiyê hatî qetil kirin Sakîne Demîr, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Berdevka Meclîsa Jin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Malbatên ji Roboskiyê û gelek kes tevlî şahiyê bûn.

Li qada ku şahî lê hatî li darxistinî, pankarta “Heta ku em rojên azad ava bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin” hat vekirin û dovîzên “Girtiyên siyasî rumeta me ne”, “Aşitiyek bi rûmet”, “Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedana rûmetê” hatin hilgirtin. Jinên ku qada şahiyê dagirtîn, bê navber dirûşemeyên “Bijî berxwedana zîndanan”, “Jin jiyan azadî” û “Dayîk şer naxwazin” berz kirin.

Şahî bi xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” re, rêzgirtin ji bo yên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, destpê kir.

‘WEKE DAYIK EMÊ LI BERXWE BIDIN’

Di şahiyê de dayîka Denîz Poyraz Fehîme Poyraz axaftina yekem kir. Poyraz Roja Dayîkan li tevahî dayîkan pîroz kir û wiha got: “Dewlet çi qasî hewl bide pêşiya me asteng bike jî emê li berxwe bidin û stûyê xwe netewinîn.”

BARZANÎ ZAROKÊN KURDAN DIKUJE

Pişte mafê axaftinê Berdevka Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê a Îzmîrê Behiya Yalçin girt, Yalçin balkişand ku ji bo dayîkên Kurdan, Roja Dayîkan jî qedexeye û ji bo dayîkan tenê êş rewa tê dîtin û wiha got: “Dayîkên Kurdan jî wekî hemû dayîkên din yên cîhanê, zarokên xwe ji bo ku bêne kuştin nayênin cîhanê lê destûr nadin ku zarokên me birehetî jî jiyan bikin. Jibo şerê Ûkrayna-Rûsyayê hemû cihan dengê xwe derdixîne, lê ji bo gelê Kurd guhê xwe qepat dikin. Barzanî zarokên Kurdan dikuje. Ne tenê zarokên me, zarokên Tirk û Ereb jî dimrin.”

DIJMIN JI HER ALÎ VE ÊRÎŞÊ ME DIKE

Yek ji çalakgerên “Nobeta Edaletê” a ku li Stenbolê berdewam dike, dayîka girtiyekê Fînce Akman destnîşan kir ku gelê Kurd bi zext û girtinê tune nabin û wiha axivî: “Zarokên me di zîndanan êşkence dikin û dikujîn. Dijmin ji her alî ve êrîşê me dike û me destgîr dike. Her çiqasî ku zext li me tê kirin jî, em dest ji nobetên xwe bernadin.” Piştre jinên ku hatîn qetil kirin bibîranî û da zanîn ku navê Denîz, Zîlan, Arîn û Solîn li neviyên xwe kiriye. Di dawiyê de jî Akman xîtabê PDK’ê kir û got; “Ma qey tu ji ber hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re şerm nakî?”

Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamya Dengbêj Xalîde di şahiyê de stran gotin. Dayîkan bi lorî û çepikan pêşwazî kir.

MEŞ HAT LI DARXISTIN

Jinan piştî şahiyê bi dirûşmeyên “Ji Şer re na, demildest aşitî”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Jin jiyan azadî” û “Berxwedan jiyane”, li ser rêya Yakacik a E5 dest bi meşê kirin. Di meşê de bi çepik û loriyan bê navber bang hat kirin ku ji bo êrîş bên sekinandin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî piştî meşê axaftinek kurt kir û wiha got: “Şerê ku tê rêvebirin ne şerê me ye. Ev şer, şerê îtifaka AKP-MHP’ê ye. Bi vî şerî zarokên Kurd û Tirkan qetil dikin. Berpirsyarê her cenazeyê ku tê, AKP-MHP’ye. Ji ber vê yekê ez bangî hemû jinên li Tirkiyeyê dikim, werim em bi hevre li dijî vî şerê qirêj bi sekinîn.”

Meş bi loriyên bi coş, dirûşme û çepikên jinan bi dawî bû.

MÊRSÎN

Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAYDER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY DER), Tevgerê Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya Roja Dayîkan de çalakî li darxistin. Jinên ku li parka Ozgur Çocuk civiyan bê navber dirûşmên “Ji şer re na demildest aştî” û “Jin Jiyan azadî” berz kirin. Jinên ku pankarta “Dema dema şikandina tecrîdê û azadkirina jinan e” vekirin dowîzên “Bimre xiyanet” , “Hûn ê me qir bikin xwelî li serê we be” û “Bijî berxwedana dayîkan” hilgirtin. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari û rêveberên bajar û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn.

Ji Dayikên Aştiyê yên Edenê Şemsê Bagdû ku bi pîrozkirina Roja Dayikan dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Îro dilê me dişewite, bila ev şer bisekine. Êdî bes e.”

Girse piştre bi dirûşme û tilîliyan ji Parka Ozgur Çocûkê ber bi Rêxistina HDP’ê a Bajêr ve meşiyan. 

Li avahiya Rêxistina HDP’ê a Bajêr, piştî sînevîzyona ku mijara wê çalakiyên Dayîkên Aştiyê û Dayîkên laçik Spî bû hat pêşandan û piştre dengbêjan jî stranên xwe pêşkêş kirin.