Jinên Ranyayê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan

Jinên Ranyayê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê dan û gotin: “Êdî ji xiyanetê re bes e.”

Li Baxê Giştî ya navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) jin hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê protesto kirin û daxuyaniyek dan.

Jinan bê navber dirûşmeyên “Êdî ji xiyanetê re bes e” û “Dem dema azadiyê ye, werin cenga azadiyê” berz kirin.

Li ser navê RJAK’ê Hêlîn Hisên daxuyanî xwend û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya malbata Barzanî li ser Başûrê Kurdistanê êrîşên domdarî dane dest pê kirin. Lê gerîlayên azadiyê bi berxwedanê êrîşên Tirkiyeyê şikandin. Kurd û bi taybetî jî jin divê xwedî li nirxên xwe derkevin.“

Hisên anî ziman ku di şeran de herî zêde jin tên qetil kirin û got: “Divê êrîşên komkujiyê yên li ser jin, xak û derdor bên dîtin. Divê jin di têkoşîna li dijî dagirkeriyê de bibin pêşeng.“