Çalakvanên jin: Jin di pêşengiya têkoşîna gelê Kurd de xwedî roleke sereke ye

Çalakvanên jin ên Başûrê Kurdistanê piştevaniya berxwedana gerîla dikin û dibêjin; “Jinên Kurd ti carê koletî qebûl nekirine û her tim li dijî zilm û dagirkeriyê sekinîne.”

Di 48’emîn salvegera şehadeta jina têkoşer a Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim de çalakvanên jin ên Başûrê Kurdistanê behsa qehremantiya jinên Kurd ya di pêşengîkirina ji bo şoreşên gelê Kurd ên ji bo bidestxistina mafê netewî yên Kurdan kirin û bal kişandin ser girîngiya rola Leyla Qasim a di pêşengîkirina şoreşa Başûrê Kurdistanê. Her wiha qala serketin û girîngiya rola jinên gerîla û şervan di şerê li dijî zalim û dagirkerên Kurdistanê kirin.

‘DI ŞOREŞÊN GELÊ KURD DE JIN XWEDÎ ROLEKE SEREKE BÛNE’

Nivîskar û çalakvana jin a bi navê Sozan Ebdul Arif a weke Sozan Kurdî tê naskirin û di heman demê de ew 26 sal in ku pêşmerge ye û ji bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ye têkildarê rola jinên Kurd di tevahî şoreşên gelê Kurd ji ANF’ê re axivî û got, “Di 48’emîn salvegera şehîdbûna jina şoreşger a Kurd Leyla Qasim de ez wek çalakvaneke jinan û pêşmergeyek, vê rojê bi bîr tînim. Jinên Kurd her tim di hemû qadên jiyanê de pêşeng bûne. Jin li tevahî şoreşên gelê Kurd de roleke wan a sereke hebûye. Weke mînak li Başûrê Kurdistanê Hepsexanî Neqîb û Leyla Qasim û li Bakurê Kurdistanê Leyla Zana mînakên wan jinên şoreşger û têkoşerên gelê Kurd in. Her wiha xwişkên me yên her çar beşên Kurdistanê û çiyayên Kurdistanê yên li dijî dijminên gelê me têdikoşin û ji bo bi destxistina mafên netewî yên gelê me şer dikin.”

‘JINÊN KURD BI YEKÎTIYÊ DIKARIN XIZMETA KURDISTANÊ BIKIN’

Sozan her wiha bal kişande ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî dijminên Kurdan û wiha pêde çû; “Ti cudahiyek di navbera jinên her çar beşên Kurdistanê de tune ye, ji ber ku Kurd yek e. Ez wek jineke netewî dixwazim ku peywendiya me hemû jinên Kurdistanê bi hev re hebe da ku bi rêya yekîtiya jinan em bikarin xizmetê Kurd û Kurdistanê bikin. Spasiya jinên şoreşger ên her çar beşên Kurdistanê dikim û çavê jinên gerîla, şervan û pêşmerge maç dikin û spasiya wan dikim ku ji bo berjewendiyên bilind ên gelê Kurd şer dikin.”

‘JINÊN KURD TI CARÊ KOLETÎ QEBÛL NEKIRINE’

Sozan Kurdî di dewama axaftina xwe de îşaret bi bihêzbûna vîna jinên Kurd a di şoreşgerî û têkoşînê de li gorî jinên din ên navçeyê kir û ragihand: “Jinên Kurd ji ber zilm û zordariya dijmin û dagirkeran ya li hemberî xaka Kurdistanê û gelê Kurd pêk aniye, bi vê zilm û dagirkeriyê hesiyane. Lewma jinên Kurd ji jinên neteweyên din cudatir, bi îradeyeke bihêz ve ji bo bi destxistina azadî û mafên netewî dest bi têkoşînê kiriye. Jinên Kurd ti carê koletî qebûl nekirine, çi koletiya di nava malbatê de be çi jî koletiya dewletên dagirker be.”

‘LI DIJÎ DAGIRKERAN TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’

Di dawiyê nivîskar, çalakvan û pêşmerge Sozan Kurdî peyamek arasteyê jinên Kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Peyama min ji bo jinên çalakvan û hemû şoreşgerên gerîla, şervan û pêşmergeyên li her çar beşên Kurdistanê ev e ku ez sipasiya we dikim hûn cihê serbilindî û şanaziyê ne û hêvîdarim ku li hemberî dijmin û dagirkerên Kurdistanê tim şer bikin û ti carê baweriyê bi dijmin neynin, ji ber ku maf nayê dayîn belku tê sitandin.”

‘JINÊN KURD LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ NE’

Çalakvana jin a ciwan Amîne Ehmed ku ji Kerkûkê ye, di salvegera şehîdbûna Leyla Qasim de behsa pêşengiya jinên Kurd kir û wiha dest bi axaftina xwe kir, “Di salvegera şehîdbûna Leyla Qasim ku jineke şoreşger û siyasetmedareke Kurd bû de, Leyla Qasim di dema xwe de karî pêşengiya şoreşê bike û weke jin di şoreşa azadiya gelê Kurd de bibe xwedî roleke bi bandor. Niha em dibînin ku şoreşgerên Kurd bi taybetî jinên Kurd li dijî dagirkeriyê sekinîne û têdikoşin. Ev yek jî nîşan dide rêya jinên şoreşger û têkoşer ên mîna Leyla Qasim tê domandin.”

‘LEYLA QASIM PÊŞENGA ŞOREŞA JINAN BÛ’

Amîne Ehmed her wiha îşaret bi armanca jinên têkoşer ên mîna Leyla Qasim ji bo azadiya gelê Kurd û xaka Kurdistanê şehîd bûne kir û got, “Mînaka Leyla Qasim wek jineke pêşeng ê şoreşê bû sedema pêşketina hestê netewî di hemû jinên Kurd de. Pêwîst e Leyla Qasim bikin mînaka zindî ji bo şervan û gerîlayên ku niha di çeperên şer de ne û hewl didin Kurd û Kurdistanê rizgar bikin.”

‘BERXWEDANIYA GERÎLA XEBATEKE PÎROZ E’

Çalakvanan jin a ciwan Amîne Ehmed di dawiya axaftina xwe de behsa rola gerîla û şervanan a di şerê li dijî dagirkeran kir û ew peyame arasteyê şoreşgerê rêya azadiyê kir; “Peyama min wek keçek çalakvan ji bo berxwedana jinên gerîla û şervan ev e ku xebateke pîroz dikin. Ji ber ku armanca gerîlayan parastin û bi dest xistina mafên netewî yên gelê Kurd û Kurdistanê ye û ev yek erkekî pîroze li ser milên wan. Divê bi mezinahiya xwe berdewam parastina miletê Kurd bikin.”

‘BI SAYA ŞEHÎDAN EM AZAD DIJÎN’

Çalakvaneke din ê ji bajarê Kerkûkê ya bi navê Sara Şêxanî jî wiha dest bi axaftina xwe kir; “Destpêkê bi boneya 48’emîn salvegera şehîdbûna şehîd Leyla Qasim hemû şehîdên rêya azadiya Kurd û Kurdistanê bibîr tînim. Em îro bi saya şehîdan bi azadî dijîn. Peyama min ji bo wan jinên ku di çeperên şer de ne yên wek şervanên jin û jinên gerîla eve ku têkoşîna xwe bidomînin û em jî piştevanê we ne. Jinên Kurd di dema xebatên çekdarî de her tim piştevanê mêran bûne, ew jinên ku heta nekarîbûne çek jî hilgirin bi şêwazeke din piştevaniya xebat û têkoşîna netewî ya Kurdan kirine.”

‘BI RUHÊ KURDPERWERÎ SIYASETÊ BIKIN’

Sara di beşa din a axaftina xwe de xîtabî jinên ku dixwazin bikevin nav xebatên siyasî kir û ev peyam arasteyê wan kir; “Peyama min ji bo wan jinên ku dixwazin bêne nav siyaset eve ku bi ruheke Kurdperwerî bêne nava siyasetê û xebatên siyasî bikin.”

‘HESTÊ NETEWÎ KIRIYE KU JINÊN KURD PÊŞENGÎ BIKIN’

Çalakvana jin Sara destnîşan kir ku qehremantiya jinên Kurd di dîrokê de li gorî jinên neteweyên din ên navçeyê cuda bûye û wiha axaftina xwe domand; “Jinên Kurd ti carî koletî, zilm û zordarî qebûl nekirine, çek hilgirtine û siyaset kirine. Hestê netewî ya di jinan û hemû ferdên Kurd de kiriye ku jin bikarin ji bo bi destxistina mafê netewî yê gelê Kurd pêşengiya şoreş û têkoşînê bikin.”

‘PIŞTEVANIYA BERXWEDANA GERÎLA YA LI DIJÎ DAGIRKERAN DIKIN’

Çalakvana sivîl Sara Şêxan têkildarê berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeran jî axivî û ragihand; “Bê guman em sipasiya berxwedana gerîla dikin û ji wan re dibêjin bila berdewam bin. Ji ber ku ew li vê beşê û beşên din ên Kurdistanê li dijî dagirkeran parastina mafê gelê Kurd dikin. Em jinên çalakvan piştevaniya wan dikin. Her çiqasê em nikarin bi rêya xebatên çekdarî piştevaniya wan bikîn jî, lê emê bi rêya çalakiyên sivîl piştgirî bidin wan. Di demekê de ku em di atmosfereke aram de siyasetê dikin, ev yek bi saya berxwedaniya wan şoreşgeran e ku ji bo Kurd û Kurdistanê têdikoşin.”