Kişanak: Emê li şûna rejîma ‘Serî bitewîne’ rejîma azadîxwaz ava bikin

Siyasetmedar Gultan Kişanak a di Doza Kobanê de axivî, destnîşan kir ku jin dikarin tifaqeke jinan a mezin damezrînin û got, “Emê bi hevre li şûna rejîma ‘Serî bitewîne, bîat bike’ rejîma azadîxwaz ava bikin.”

Rûniştina 12’an a Doza Kobanê ku 21 ê girtî 108 kes tên darizandin, di roja 8’an de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22’yan a Enqereyê ve li Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome.

Rûniştin piştî navberê bi beyanên endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê ya berê Bîrcan Yorûlmazê dewam kir. Yorûlmaz got: “Min di Hezîrana 2021’ê de parastina xwe nivîsandibû. Lê heyet wekî lêprisîna min nehatibe kirin di biryara berdewama girtinê de angaşt kiriye ku min xwe nedaye ber parastinç Ev meseleyek cidî ye. Di warê cidiyeta vekolandina girtinê de mesele ye. Naveroka maîla PYD’ê tenê bangawaziyeke dijî şer e. Bangawaziya pêşîlêgirtina şer e. Ev maîl, maîla bulteneka çapemeniyê ye û ji bo min ne jî ji bo hevalên min nehatiye nivîsandin. Ew maîl li ser navê Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê ya Ji Têkiliyên Derve Berpirsiyar hatiye. Jixwe PYD wê çaxê ne di nava lîsteya ‘rêxistina terorê’ de bû.”

‘REJÎMA SERÎ TEWANDİNÊ’

Paşê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî şûna wê hatiebû kirin Gultan Kişank axivî. Kişanakê, destnîşan kir ku hincetên wan ên ji bo girtinê dijî hiqûqê ne. Kişanak, bilêv kir ku heyet bi israr naxwaze tiştên tên gotin fêm bike û got: “Ev doz, dozeke kumpasê ya siyasî ye. Peywira darazê jî kirasekî ji vê kûmpasê re bifesilîne. Hûn dikin nakin hûn nikarin kirasekî bifesilînin. Em hemû baş dizanin bê ka em ji ber çi girtî ne. Ne hewce ye hûn li wir binivîsin. Ji ber ku me ji şaşiyê re gotiye şaşî, me ji neheqiyê re gotiye neheqî û ji ber ku me serî netewandiye em li vir in. Ev rejîm, rejîma ‘serîtewandinê’ ye. Cihê yên serî natewînin jî girtîgeh in. Pozîsyona me di warê hiqûqî de pir zehmet e. Ji we tê xwestin ku hûn ji bo tiştên pûç kirasan bifesilînin. Ez ê bersiva vê bêhiqûqîtiya li min hatiye kirin û wekî divêtiyeke berpirsiyariya civakî bersiva vê bidim. Em ji ber ku me doza wekheviyê kir, me doza azadiyê kir û me got bila şer biqede em hatin girtin. Em ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê hatin girtin. Ji me re gotin ‘diçin ser kursiyê dikin barewar. Jin be û biçe ser kursiyê biaxive!’ Hezm nekirin.

‘GOTİNA ME HEYE, VÎNA ME HEYE’

Em jin koletiyê, objebûnê, mayîna li derveyî siyasetê qebûl nakin. Em wekî kirdeyeke polîtîk hatin ser dika dîrokê. Em jin ji ber ku me got ‘gotina me heye, vîna me heye, em dixwazin rê li ber pêşerojê bixin’ me berê xwe da qada siyasetê. Me ji bo civakîbûna têkoşîna wekhevî û azadiyê li ber xwe da. Di şexsê me de ji jinan re gotin, ‘Lê binêrin hûn ê wisa biki, hûn biaxivin em ê nehêlin.’ Her wiha piştî girtina me tahdeyeke mezin dest pê kir li hemberî jinan. Gava me li wê parlementoyê hevseorkatî pêk anîn, jinên partiyên din jî gotin ‘De ka em jî lafê ava bikin û serokwekîlên jin bijartin ji bo komên xwe’. Em ê her tim bibin mînak. Bila jin dev ji têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî û azadiyê bernedin.”

‘EM Bİ HEV RE REJÎMA AZADÎXWAZ AVA BİKİN’

Kişanakê di berdewama axaftina xwe de bal kişand got: “Ne hewce ye hûn hinceta ji bo girtinê binivîsîn. Ez nabêjim ‘çima hincet tune ye’, ji lew re ez dizanim. Ji ber ku desthilat wisa dixwaze. Di hinceta girtinê de we behsa gumana revê kiriye û gotiye, ‘... Nexwe dibe ku nereviyabe, lê ji ber ku mesele diyar e û bi cezayekî giran tê darizandin...’ Diyarbûna meseleyê çi ye? Gava ji me re gotin ‘Başqan wê qeyûm bên tayînkirin û hûn ê bên girtin, biçin’ ez nereviyam û niha li vir im. Hûn behsa kîjan meseleyê dikin? Ez wê rojê nereviyam, vê ca ezê niha birevim? Qet kirasan nefesilînin, ji ber ku hûn dilewitînin. Em li şûna rejîma ‘serî bitewîne’ bi hev re rejîma azadîxwaz ava bikin. Em ê bi ser bikevin.”

 Rûniştin bi axaftina Fîgen Yuksekdagê dewam kir.