Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê li ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji ANF'ê re axivî.
Ji rêveberiya yekîtiya jinên ciwan a herêma Firatê Firyal Temî bal kişand ser konê berxwedanê yê li naveya Qinê ya Kobanê ji bo silavkirina şerê gerîla hatiye vedan bi bîr xist û destnîşan kir kuw ê çalakiyên xwe zêdetir bikin. Firyal Temî got, "Li ser asta Kurdistanê me seferberî ragihandine."
'EM Ê BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEQEZ BI SER BIKEVIN'
Firyal Temî bal kişan ser rola gerîla ya di rizgarkirina Kobanê de û diyar kir ku ew deyndarê gerîla ne û got, "Em ê bi ruhê seferberiyê teqez bi ser bikevin û li Kurdistaneke azad bi rengekî azad bijîn."
Firyal Temî anî ziman ku dewleta Tirk çi dike bila bike wê li hemberî berxwedana jinê û gerîla têk biçe û wiha dewam kir, "Em ê bi ruhê ciwantiyê têbikoşin û dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Di heman demê de mala Barzanî ya ku bi dewleta Tirk a dagirker re bûye yek, wê li hemberî vê têkoşînê têk biçe."
Di dawiya axaftina xwe de Firyal Temî bang li jin û ciwanên Kurdistanê kir ku beşdarî pêngava seferberiyê bibin.
'EM BANG LI JINAN DIKIN KU SERÎ HILDIN'
Ji Komîteya Ciwanan a Kantona Kobanê Dîcle Hesen jî şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê silav kir û diyar kir ku çalakiyên wan wê her tim dewam bikin.
Dîcle Hesen got, "Em bang li tevahiya jinan dikin ku rabin ser piyan, xwedî li berxwedana gerîla derkevin û ji bo azadikrina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng nemînin."
Dîcle Hesen ragihand ku wê timî li ser şopa gerîla bin û got, "Heta serketinê em ê her roj li qadan bin û çalakiyan bikin."
Endama Jin ên Ciwan Helîme Ehmed jî destnîşan kir ku xiyaneta mala Barzanî li Kurdan kiriye ti carî nayê qebûlkirin û got, "Serketin wê timî para gerîla be. Ew çi dikin bila bikin wê serketin teqez para Kurdan be."