Tevgera Kevana Zêrîn Rojda Bakur bi bîr anî

Tevgera Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn, endama Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk Rojda Bakur bi bîr anî. Rojda Bakur ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bûbû

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn şehadeta hevalê xwe Rojda Bakûr (Bahar Yeşîlyûrt) a di 26.04.2022’an de ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bûyî bi daxuyaniyekî nivîskî eşkere kir: Ji bo gelê Kurd û malbata wê sersaxî xwest û soza şopandina rêya şehîdên xwe da.

ŞEHÎD RÊYA MIROVAHIYÊ RONÎ DIKIN

Ji bo her netewekî nirxên wî yê herî giranbiha hene ku azadiya wan mîsoger dike. Têkoşîna PKK, jî ev 50 sal e ku di Kurdistan û cîhanê de bûye nîşaneya berxwedanê, bi riya şehîdên wê yê bi rûmet in. Şehîdên ku bê dudilî xwe ji bo doza heqîqet û azadiya gelê xwe û mirovahiyê feda dikin. Ji bo vê yekê şehîd pêşengên şoreşgerî ku di destê wan de meşaleya azadiyê heye û rêka jiyana mirovahî ronî dikin. Em  Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn şehadeta hevala xwe Rojda Bakûr bi navê wê yê rast (Bahar Yeşîlyûrt) ku di 26.4.2022’an de di encama nexweşiya pençeşêrê de jiyana xwe ji dest daye, radigihînin.

‘PIŞTÎ 9 SALÊN LI GIRTÎGEHÊ DIMÎNE BERÊ XWE DIDE ÇIYAYÊN AZAD’

Hevala Rojda li nava malbateke welatparêz li Bakurê Kurdistanê li bajarê Batmanê ji dayîk bûye. Malbat bi nasîna fermandar şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) re dest bi nasîna tevgera azadiya gelê Kurd dike û xeta welatparêziya rast dişopînin. Hevala Rojda di sala 1991’an de tevlî refên gerîla dibe. Di salên zehmet de li qadên Botan û Xerzanê dimîne. Di temenekî biçûk de berpirsiyariyê digre ser milê xwe û dibe xwedî fedekariyeke mezin. Di şerekî dijwar de li qada Xerzanê bi giranî birîndar dibe û dîl dikeve destê dijmin de. Di bin êşkenceya faşîst a dewleta Tirk de berxwedaniyeke bê hempa raber dike. Di girtîgehê de ji girevên birçîbûnê bigre, heya berpirsiyarî û erk digire û pêşengiyê ji hevalên xwe re dike. Hevala Rojda bi qasî 9 salan di girtîgehê de dimîne û paşî derdikeve û berê xwe dide çiyayên azad.

TU CARÎ LI HEMBERÎ ZEHMETIYÊ VENEGERIYA’

Ji wê rojê heya îro bê navber xebatên xwe yên niştîmanperweriyê bi cih tîne. Herî dawî  di xebatên çand û hunerê de cih digre. Ji bo çand û hunera netewa demokratîk geş bike, him di aliyê pîşeyî û hem jî di aliyê zihnî de, dibe xwedî hewildaneke mezin. Hevala me Rojda bi tecrûbeyên xwe yê rêxistinî û bi çanda jiyana xwe ya şoreşgerî, dixwaze bi cîhana hunerê re bihûne. Ji xwe şoreşgertî hunera jiyanê ya herî kubar û xweşik e. Bi pîvanên xwe yê hevaltî, tabloya dilnizmî û xiroşa nepeniyê jiyana ku bi têkoşîna xwe dixwaze biafirîne xêz dike. Girêdana wê ya bi Rêber Apo re, bi gel û axê re israra wê ya di meşa vê jiyanê de xurt dike da ku ti carî li hemberî hemû zehmetiya venegere. Her çiqasî ku tedawî dibû ji ber nexweşiya xwe ya pençeşêrê, lê belê li kêleka wê ji erk û xebatên xwe jî kêm nedima û heya kêliya dawî jî ji moralê wê tiştek kêm nebû. Li ser vê bingehê em di serî de ji malbata hevala Rojda, heval û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Em  Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn heya dawiyê li peyî doza şehîdê xwe ne. Ala ku me ji wan dewr girtiye heta serkeftinê em ê li ba bikin.”