Kongra Star Aysel Dogan bi bîr anî

Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Aysel Dogan bi bîr anî û got, "Em têkoşîn û fedakariya wê ji bîr nakin."

Koordînasyona Kongra Star a Hesekê têkildarî şehadeta endama Koma Aştiyê Aysel Dogan daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan ji aliyê Endama Kordînasyona Kongra Star a Hesekê Rîma Mehmud û Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme Hisên ve hate xwendin. Bi dehan endamên Kongra Star, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Kongra Star diyar kir ku Aysel Dogan gelê Kurd û hemû gelên bindest ên cîhanê di rêwîtiya têkoşîn û xebatê de hişt û wiha got:

“Şehîd Aysel şahida Komkujiya Dêrsimê bû ku wê yekê hêz dayê da ku tola qurbaniyên komkujiyên hilîne. Ji ber wê şehîd Aysel tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû. Li ser vê esasê li hemû qadên cîhanê tê koşiya û bû şopdarê rêya Sara û Zarîfeyan û fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.”

Kongra Star got, "Em têkoşîn û fedekariya Şehîd Aysel Dogan ji bîr nakin."