Li Şakranê xwarin nayê dayin, tundî li girtiyan tê kirin

Li girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê, ji koxûşa ku 37 kes lê têne hiştin tenê ji bo 11 kesan xwarin tê dayin û tundî li girtiyan tê kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê zext û zordariya li girtiyan zêde bûye.

Li koxûşa ku kapasîteya wê 11 kes, lê 37 kes tên ragirtin, xwarina ji bo 11 kesan tê dayîn. Di heman demê de rêveberiya girtîgehê bi awayekî kêfî dest datîne ser alavên taybet ên girtiyan.

Girtiya bi navê Hayriye Yagbasan ku li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê tê ragirtin, di hevdîtina vekirî ya 6’ê Gulanê de bi hevala xwe Hediye Tekîn re axivî. Yagbasan got ku zexteke giran li ser wan heye û qala binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê kir.

Yagbasan de diyar kir ku demên dawî li koxûşên ku kapasîteya wan 11 kes e, 37 kes lê dimînin û ev agahî dan: "Lê belê xwarina ji bo 11 kesan tê dayîn. Me ji bo koxûşên nû bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir û soz dan. Lê pêk ne anîn. Her wiha tiştên ku malbatên me ji bo me dişînin, dereng didin. Bi awayekî kêfî dest datînin ser tiştên wek lihêf û balîfan. Dema girtî vê rewşê protesto dikin jî cezayên disiplînê li wan tên birîn. Em dixwazin ji rêxistinên mafan û rêxistinên civaka sivîl re nameyan bişînin lê desteser dikin. Sînorek danîne ser pirtûkan. Bi taybet jî bi awayekî kêfî rê nadin ku pirtûkên Kurdî bikevin girtîgehê. Dest danîn ser wêne, alavên taybet û radyoyên me. Dema em diçin nexweşxaneyê jî heqaretê li me dikin."

Bi domdarî Yagbasan qala gardiyana bi navê Kîbriye kir û wiha domand: "Piştî ku ev gardiyan bûye sergardiyan, tundiya li dijî girtiyan zêde bûye. Komekê dide gel xwe û bi awayekî kêfî heqaretê li girtiyan dike. Dema girtî nerazîbûna xwe nîşanî vê helwestê didin jî demildest lêpirsîna disiplînê dide destpêkirin. Divê her kes li dijî zextên li girtîgehan dengê xwe derxînin. Heta pirsgirêkên li girtîgehan çareser dibin jî divê kesek nesekine. Eger em li dijî vê dernekevin, wê hîn gelek cenaze ji girtîgehan derkevin. Her kesên ji xwe re dibêje mirov, demokrat û parastvanê mafên mirovan divê li dijî van zextan dengê xwe bilind bike."