Jinên Kurd ên li Rûsyayê şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê silav kirin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re rabûn û bi gotina "Dem dema parastina Kurdistanê ye" şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê silav kirin.

Rêxistina Jinên Kurd a li Rûsyayê Viyan, li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re daxuyaniyek da.

Seroka Rêxistina Viyan, Tara Qadir daxuyanî da û destpêkê bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re: "Rûreşiya mala Barzanî û PDK'ê êdî pir eşkere ye. Dîrok wê wan ti carî efû neke."

Tara Qadir diyar kir ku şervanên azadiyê li her devera Kurdistanê îro parastina gelê xwe dikin û girîngiya têkoşîna gel û gerîla bi bîr xist: "Em ê jî li her qadê rabin ser piyan. Têkoşîna me û şervanên tevgera azadiyê ji hev qut nîne. Li her devera civaka me lê ye, divê bi berxwedaneke dîrokî em hebûna xwe biparêzin."

Tara Qadir anî ziman ku bidawîkirina êrişên qirkirinê tenê bi raperîna tevahiya Kurd û Kurdistaniyan dibe û bi bîr xist ku îro li dijî Kurdan li her dera Kurdistanê kuştin, talan û dagirkirin.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser Şengalê jî hatin şermezarkirin û got, "Li ber çavên cîhanê qirkirin li Kurdên Êzidî hate kirin, cîhan jî bêdeng ma. Yên ku gelê me li naverastê hiştin, niha dixwazin kiryarên xwe temam bikin. Bi navê jinên Kurd ên li Rûsyayê em dibêjin, ne hikumeta Iraqê ne jî PDK nikare hukmê xwe li wir bike. Civaka me ya Êzidî xwedî vê hêzê û mafî ye ku xwe bi rê ve bibe."

Di daxuaniyê de banga xwedîderketina li Kurdistanê hate kirin û hate gotin, "Em berxwedana şervanên azadiyê yên Kurdistanê biparêzin. Serketin a me ye. Dem dema parastina Kurdistanê ye."