JIN
Hemû Nûçe
-
Kovara Jineolojiyê: Em banga mezinkirina mîrateya Nagîhan dikin
Kovara Jineolojiyê got, "Em bang li hemû jinên şoreşger ên cîhanê dikin ku xwedî li mîrateya ku Nagîhanê dewr girtibû derkevin û ji bo ku kujerên wê bên eşkerekirin û darizandin têbikoşin." -
'Ji bo Nagîhan Akarsel hesab bipirsin dakevin kolanan!'
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê got, "Em bi lezgîn ji bo Nagîhan Akarsel li kolanên Ewropayê dakevin qadan û hesab bipirsin." -
Bi vegotina Abdullah Ocalan ‘Jin, jiyan, azadî’
‘Di dîroka gelê me de peyva jiyan û jinê yek e. Lê a niha em dibînin ku bûne du peyvên dijberî hev. Em dixwazin vê ferqa di navbera wan de ji holê rakin. Em êdî jin û jiyanê dîsa dikin yek.” -
TJKN-Rûsya: Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê, wê hesab bidin
TJKN-Rûsyayê kuştina Nagîhan Akarsel şermezar kir û bi gotina "Her bêdengî hêzê dide dijmin" bang li gelê Kurd kir ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker helwestê nîşan bide. -
SMJÊ ji bo Nagîhan Akarsel banga tevlîbûna li çalakiyan kir
SMJÊ qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir û got, "Bila dijmin qet bawer neke ku jinên berxwedêr ên Başûrê Kurdistanê bi van êrîş û kuştinan bitirsîn. Jin xwedî vîna azad e, wê ti carî li hemberî sîxur û xiyanetkaran serî netewînin." -
Îpek: Civak wê bi destê jinê bê guhertin
Endama Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpek destnîşan kir, hêza ku civakê bi rengekî wekhev û azad biguherîne jin e. -
YJAD: Kujerên Nagihanê ji welatê xwe derbixin!
YJAD’ê bi daxuyaniyek nivîskî qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê şermezar kir û got: “Sûcdaran darizînin û ji axa xwe derbixin. Dev ji hevkariya hesab û bazariyên qirêj berdin.“ -
AKDM: Hûn nikarin têkoşîna ji bo azadiyê ya jinan bi qetlîaman asteng bikin
ADKM'ê diyar kir ku Nagihan Akarsel yek ji pêşengên têkoşîna ronîkirina rastiya jinê ye û got: "Ala têkoşîna azadiya jinê ya di destê hevrê Nagihan de di destê bi milyonan jinan de li ba dibe." -
Polîsan êrîşê çalakiya protestoyî ya li Kadikoyê kir
Girseya ji bo protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê li Kadikoyê hat ba hev, rû bi rûyê êrîşa polîsan bû. Gelek kes bi êşkence hatin destgîrkirin. -
Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Nagihan Akarselê daketin qadan - HATE NÛKIRIN
Kurdistaniyên li gelek navendên Ewropayê hatin ba hev, qetilkirina Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê protesto dikin. -
‘Em ê xwedî li sekna jin jiyan azadî ya Nagihanê derbikevin’
Jinên Amedî ku qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê protesto kirin, diyar kirin ku wê çanda berxwedanê ya Akarselê, bi ronakbîriya jinan dewam bike. -
Li Silêmaniyê qetilkirina Nagihan Akarsel hate protestokirin
Jinan li bajarê Silêmaniyê qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel protesto kir û xwest bûyer were ronîkirin. -
‘Di şexsê hevrê Nagihan Akarselê de şoreşa jinan hedef hat girtin‘
Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Kevana Zêrîn, got: “Bi qetilkirina hevrêya me Nagihanê hewil dan ku ber li şoreşa mezin a jinan bigirin. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan.“ -
Îraniyên li Tirkiyeyê rabûne ser pêyan!
Îraniyên li Tirkiyeyê dijîn, qetilkirina Jîna Emînî li ber Balyozxaneya Îranê ya li Stenbolê protesto kirin. -
Li dijî qetilkirina Akarselê wê li 51 bajaran çalakî bên lidarxistin
Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi boneya protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li 51 bajaran çalakiyan li dar bixe. -
Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin
Komîteya Têkilî û Tifaqa Demokratîk a KJK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî endama Lêkolînkirina Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û banga parastina şoreşa jinê kir. -
Jin li dijî qetilkirina Nagihan Akarselê daketin qadan
Jin li gelek bajaran daketin qadan û qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel protesto kirin. -
Akademiya Jineolojî: Hikûmet kujeran diyar neke, wê di bin pêla şoreşa jinê de bimînin
Akademiya Jineolojiyê têkildarî qetilkirina endama xwe Nagihan Akarsel daxuyaniyek da û bang li hikûmetê kir ku tavilê kujeran diyar bikin, yan jî wê di bin pêla şoreşa jinê ya di bin dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bimînin. -
Kongra Star: Ev êrîş li dijî şoreşa gelan hatiye kirin
Kongra Star bi daxuyaniyekê qetilkirina Edîtora Kovara Jineolojiyê, Nagîhan Akarsel şermezar kir û got ku ev êrîş li dijî şoreşa hemû gelan hatiye kirin. -
TJK-E'yê kuştina Akarsel şermezar kir, ji bo çalakiyan banga lezgîn kir
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) kuştina Edîtora Kovara Jineolojiyê ya li Silêmaniyeyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û ji bo çalakiyan banga lezgîn kir. -
Girtiyên jin ên li Sîncanê ji bo Jîna Emînî porê xwe jê kirin
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 20 jinan ji bo Jîna Emînî porê xwe jê kirin û piştgirî dan berxwedana jinan. -
3 jinên din hatin kuştin
Li Amedê, jineke ku bi rêk û pêk tundî lê dihate kirin, bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Li Spartayê jî jinek ji aliyê mêrê pê re zewicî bû bi çekê hate kuştin. -
Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'emîn li Berlînê tê lidarxistin
Tevna 'Jin Paşerojê Dihûnin' wê di 5-6'ê Mijdarê de bi dirûşma 'Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê' li Berlînê konferansekê lidar bixe. Di konferansê de wê têkoşîna 600 jinên ji dehan welatan bigihêjin hev. -
Jinên Îranî li Kolnê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz kir
Jinên Îranî yên li Kolnê deketin qadan, bal kişandin li ser nasnameya Kurd a Jîna Emînî û gotin ku divê dirûşma “Jin jiyan azadî“ neguhere û wek xwe bimîne. -
Jin ji bo Jîna Emînî li Stenbolê rabûn ser pêyan
Li Kadikoyê jinan ji bo Jîna Emînî çalakiyeke girseyî li dar xist û peyama “Xelasî bi têkoşîna hevpar e“ dan.