Kongra Star: Ev êrîş li dijî şoreşa gelan hatiye kirin

Kongra Star bi daxuyaniyekê qetilkirina Edîtora Kovara Jineolojiyê, Nagîhan Akarsel şermezar kir û got ku ev êrîş li dijî şoreşa hemû gelan hatiye kirin.

Kongra Star bi daxuyaniyek qetilkirina Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Me îro bi xemgînî û hêrs agahi girt ku çalakvan û têkoşînvanê azadiya jin û endama Jineolijiyê Nagîhan Akarsel danê sibê li pêşiya mala xwe ya li Silêmaniyê bi êrîşek suîqastê hat Şehîd xistin. Nagîhan Akarsel endamê akademiya Jineolojiyê bû û edîtorê kovara Jineolojie bû. Bi xebatê zanista jineolojiyê ku ji perspektîfa jina azad civakek azad dixwazin ava bikin. Nagîhan bi îrade, bi cesaret û hezkirinek mezin dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî xist pratîkê.

Ev êrîş bi hedef, bi zanêbûn û sistematîk li hemû aliyên Kurdistanê li dijî şoreşa jin û gelan tê kirin. Ev qetilkirina jinên pêşeng, siyaseta dewleta Tirk a kujer e. Ev êrîş şoreşa jin û kesên ku pêşengtiya wê dikin hedef digire, li Rojava warê şoreşa jin jî dewleta Tirk hewl dide bi qetilkirina jinên siyasî tekoşîna jinan pûç bike. Bi şehîdxistina pêşengên azadiya jin wek hevrêyên me siyastemedar Hevrîn Xelef, çalakvanên tevgera jin Zehra Berkel, Hebûn Xelîl, Emîne Weysî, endamê Hêzên Parastina Jin Jiyan Tolhildan û herî dawî siyasetmedar û endamê Reveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zeyneb Seroxan dewleta Tirk bi israr hewl dide tekoşînê lewaz bixîne. Lê israr, îrade û hêza jinên azadîxwaz nayê lewaz kirin, nayê şkandin. Wê bersiva me serxistina şoreşa jin a li hemû cîhanê be.

Êrîşa bi vê şewazî ya 5’emîne ku di salek de li Başûrê Kurdistane li bajarê Silemaniyê rû dide. Dewleta Tirk bi îstixbarata xwe MIT û alîkariya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li bajarê Silemaniyê çalakvan û pêşengên civakê dike hedef. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û bi taybet PDK jî berpirsiyarê şehîd xistina pêşengên gel in.

Em vê êrîşa hovane ya li hemberî zanistvan, çalakvan û hevrêya me Nagîhan Akarsel bi tundî şermezar dikin. Ji êrîşa ku rû da divê ji kesên berpirsiyar hesab bê xwestin û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî qetilkirina çalakvanên ji bo demokasiyê were şkandin. Divê pêşiya êrîşên bi vî şêwazê bê girtin.

Ev ne tesadufe ku wexta jinên li Rojhilat, Îranê û seranserê cîhanê ban dikin ‘Jin, Jiyan,Azadî’ û sîstema netew dewletan a li ser baviksalarî hatin avakirin dihejînin kesên ku vê dirûşmeyê dixin jiyanî tên şehîdxistin. Êrîşa ku li Silêmaniyê rû da êrîşek ser hemû jinane ku azadiya xwe daxwaz dikin, ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadi’ dadikevin qadan. Ji ber vê em bang li hemû jinan û gelan dikin ku bi vê dirûşmeyê dakevin qadan û xwedî li Şehîd Nagîhan Akarsel derkevin û dengê xwe bilind bikin. Di demek wisa de divê em hêrsa li hemberî qetilkirina Nagîhan Akarsel bi berxwedanek hîn xurtir nîşa bidin. Bi ruhê Jineolojiyê, hevgirtina jin û dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ em sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jin.”