Akademiya Jineolojî: Hikûmet kujeran diyar neke, wê di bin pêla şoreşa jinê de bimînin

Akademiya Jineolojiyê têkildarî qetilkirina endama xwe Nagihan Akarsel daxuyaniyek da û bang li hikûmetê kir ku tavilê kujeran diyar bikin, yan jî wê di bin pêla şoreşa jinê ya di bin dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bimînin.

Akademiya Jineolojiyê li ser qetilkirina endama xwe Nagihan Akarsel daxuyaniyek nivîskî da û êrîş bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya Akademiyê wiha ye:

‘KUJERAN EŞKERE BIKIN NEXWE DI BIN PÊLA ŞOREŞA JINÊ DE BIMÎNIN’

“Endama adakemiya me ya jineolojiyê, endama me desteya weşanê ya kovara jineolojiyê Nagîhan Akarsel vê sibeyê saet 9.30’an li Silêmaniyê di encama êrîşek çekdarî de şehîd bû. Em vê cinayeta siyasî ya hêzên faşîst û hegemonîk di tevahiya cihanê de li hemberî jinên berxwedêr pêktînin, vê cînayetê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku bersucên vê cînayeta ku berdewamiya cînayetên hovane yên berê li ser Yasîn Bûlût û Mehmet Zekî Çelebî, Suhel Xurşîd hatîn pêkanîn kêliyekê zûtir bibinin. Ger ev cinayet neyên zelalkirin, wê hevkariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê di bin vê pêla şoreşa jin a bilind dibe de bimine.

‘PÊŞENGTÎ JI JINAN RE KIRIYE’

Nagîhan di Têkoşîna Azadiya Jin de demdirêj ked daye, di xebatên tevgera ciwanên zankoyê, çapemenî û xebatên jineolojiyê de bi fedakariyên mezin pêşengî kiriye û ji bo xatira vê bi salan di girtîgehê de li ber xwe daye.

Di salên herî zehet ên şoreşa jin a Rojava de li hemû Rojava, taybet li Efrînê bi kedeke bêsînor, bi wêrekî û biryardariyekî mezin, bi jineolojiyê ji bo girtina şoreşê ya rengê jin û ronakbîriya jin bûye xwedî ked û hewldanên gelek mezin. Dest li dilên jinên Şengalê yên wehşeta DAÎŞ’ê bi awayê herî giran jiyayîn daye, ji bo ronak kirina sosyolojî û dîroka wana li vê deverê xebatên lêkolînan ên li ser qadê daye meşandin.

‘BI DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN AZADÎ’ LI BER FAŞÎZMÊ RABIN’

Endama me ya Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi jinên Başûrê Kurdistanê re li Silêmaniyê xebatên Pirtûkxaneya berhemên Jinên Kurd û Navenda Lêkolînê bi rê ve dibir. Bi jinên Başûrê Kurdistanê yên encamên herî giran ên polîtîkayên faşîzmê û netew dewletê jiyayîn re, di dema bi jineolojiye pêşengiya afirandina rewşenbîriya jin bi coş, biryar û îdeayekî mezin ve dikir de ji aliyê bi hişmendiya hêzên dagirker ên reş û tarî ve bi awayekî hovane hat qetilkirin.

Nagîhan Akarsel, li hember faşîzma ku Jîna Aminî bi hovane qetil kir û ji bo afirandina zîhnî û zanistî ya pêla şoreşa jin ku bi drûşma ‘Jin-Jiyan-Azadî’ li cîhanê tê bilindkirin, bi salan ked da û em ê Nagîhan Aksel bi bilindkirina Şoreşa Jin a Kurdistanê bidin jiyîn. Em didin diyarkirin ku em ê ji rika tarîbûna zîhnî ya faşîzmê û mêrîtiyê, xebatên bi jineolojiyê û bi afirandina ronakbiriya jin tola heval Nagîhan hilgirin û em bang dikin ku hemû jinên şoreşger, demokrat, jinên azadîxwaz, akademisyen û mirovên zanyar vê sûîkasta siyasî şermezar bikin û bi drûşma ‘Jin-Jin-Azadî’ têkoşîna li dijî dagirkerî, kedxwarî, mêtîngerî û tarîbûna hişmendî ya faşîzmê têkoşîna azadiyê bilind bikin. Em di kesayeta Şehnaz îbrahim û Kafiye Silêman de bang li hemû jinên Başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo zelalkirina vê cînayeta siyasî zextê li ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikin, li hemberî vê cînayeta hovane li derdora drûşma ‘Jin-Jiyan-Azadî’ bi çalakiyên pêla şoreşê ya ku li Rojhilatê Kurdistanê hatî pêşxistin re çalakiyan bikin yek û pêşengiyê jê re bikin.”