Jin ji bo Jîna Emînî li Stenbolê rabûn ser pêyan

Li Kadikoyê jinan ji bo Jîna Emînî çalakiyeke girseyî li dar xist û peyama “Xelasî bi têkoşîna hevpar e“ dan.

Jin, li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq“ ve li Îranê hat qetilkirin, rabûn ser pêyan. Di çalakiya bi girseyî ya li Kadikoya Stenbolê hat lidarxistin de, peyama “Tu êrîşeke bi faşîstî û polîtîkaya olperest nikare bibe asteng li ber azadbûna me jinan.“ Çalakî, bi tevlêbûna gelek jinên li Îranê dijîn, hat lidarxistin. Pankartê li ser “Azadî li Îran, Tirkiye û her derê“ û alên ji por ên sembola Jîna Emînî û berxwedanê hatin hildan.

Li ser navê Jin Bi hev re Bi hêz in daxuyanî bi Tirkî, Farisî û Kurdî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi sedan kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine destgîrkirin, girtin û bi çekan hatine birîndarkirin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi jin û gelê Îranê re ne ku li dijî rejîma meleyan têdikoşin. Bi qetilkirina Jînayê re hêrsa me jinên ku li dijî tundiya dewleta mêr têdikoşin li her dera cîhanê rabû. Em rû bi rûyê ferzkirinên rejîma Îranê dibin. Em jin ji ber ku jin in şidet li me tê kirin, em tên qetilkirin. Çareseriya li dijî vê şideta rêxistinkirî, piştevaniya jinan a sînornenas e. Xelasî, bi têkoşîna hevpar e. Tu hêzeke paşverû û faşîst nikare bibe asteng li ber azadbûna me jinan. Destkeftiyên me bi dest xistine, serweran xêra xwe nedaye me. Me hemû bi têkoşîn û berdêla dayîna canê xwe bi dest xistine. Em ê têkoşîna xwe li hemû cîhanê geş bikin û azadiya xwe bi dest bixin.“

Piştî daxuyaniyê jinan porê xwe jê kir, pasaportên xwe yên Îranê çirandin û bi berzkirina dirûşman xwestin bimeşin. Polîs ketin hewila astengkirina meşê.

Îraniyên tevî hemû astengiyan meşiyan, barîkatên polîsan ku li ber wan hatibûn danîn bi nîşaneyên serkeftinê protesto kirin û peyamên ji bo azadiyê dan.