Îpek: Civak wê bi destê jinê bê guhertin

Endama Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpek destnîşan kir, hêza ku civakê bi rengekî wekhev û azad biguherîne jin e.

Ji Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpek bal kişand ser Şoreşa Rojava û destnîşan kir ku têkoşîna jinan a li Îranê û Tirkiyeyê wê mejiyê barbar têk bibe.

Îpek ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku jineke Kurd a 22 salî Jîna Emînî tenê ji ber porê wê xuya dikir ji aliyê polîsên Îranê ve hate qetilkirin. Îpek got, "Me careke din dît ku dewletên mêr çawa hewl didin ku li ser bedena me bibin xwedî mafê gotinê. Li Îranê Jîna Emînî hate qetilkirin; li Tİrkiyeyê jî Garîbe Gezer, Gulistan Dokû, Şûle Çet, Denîz Poyraz hatin qetilkirin."

LI GEL KOMKUJIYAN JÎ BERXWEDAN DEWAM DIKE

Îpek destnîşan kir ku li gel komkujiyan jî jin dest ji berxwedanê bernadin û got, "Biryara li ser dîtin an nedîtina tayê pora me di destê me jinan de ye. Mafê dewletên mêr nîne ku li ser bedena me xwedî gotin bin. Li her devera cîhanê jin bi hev re dibêjin 'Jin, jiyan, azadî'. Me dît ku felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' ya jinên Kurd çawa cîhanî bûye."

LI ÎRANÊ JÎ JIN PÊŞENG IN

Îpek ragihand ku hêza karibe civakê biguherîne bi jinê re ye û wiha dewam kir, "Li Tirkiyeyê sedema zêdebûna kuştin, destavêtin û destdirêjiya li jinê, gotinên desthilatdariya AKP'ê ya dijminatiya li jinan e, polîtîkayên wan ên dijminatiya li jinê ye. Rejîma mola ya li Îranê jî xwe ji heman faşîzmê xwedî dike. Xwe ji mejiyê ku bedena jinê talan dike, hewl dide jinê li malê asê bike, xwedî dikin. Li Tirkiyeyê û Îranê mejî heman mejî ye, tenê li Îranê şênber bûye. Zanin ku jin azad bibe wê civak jî azad bibe, yan jî jin pasîf bibe wê jin jî pasîf bibe. Li Îranê niha serhildaneke gelekî mezin heye. Dewlet a mêr jî ji bo serhildanê bitepisîne dest bi komkujiyên mezin kiriye. Li Îranê li naverastê mirov têne kuştin. Gel tevî vê yekê jî naçe mala xwe. Em qala serhildanekê dikin ku bi pêşengiya jinan tê kirin."

ŞOREŞA ROJAVA JI BO JINAN BÛ HÊVÎ

Îpek anî ziman ku Şoreşa Rojava ji bo jinan hemûyan bû hêvî û got, "Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê bû şoreşeke jinê ya ji azadî, demokrasî û wekheviyê. Şoreşa Rojava bû hêvî ji hemû jinan re. Nîşan da ku ev sîstem dikare bê guhertin. Ez di wê baweriyê de me ku serhildana li Îranê jî wê veguhere şoreşekê. Berxwedana jinê ya li Îranê mîna Rojava wê bibe hêvî ji jinan re. Jinên li Îranê û Tirkiyeyê wê vî mejiyê barbar hilweşînin."