Li dijî qetilkirina Akarselê wê li 51 bajaran çalakî bên lidarxistin

Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi boneya protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li 51 bajaran çalakiyan li dar bixe.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya protestokirina qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di encama êrîşeke sûîqestê ya li Silêmaniyê de hatibû qetilkirin, dadikeve qadan. Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a HDP’ê dê îro û sibe li 51 bajaran daxuyanî bên dayîn. Her wiha dê qetilkirina Akarsel li sedan navçeyan bê şermezarkirin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî mijarê ev peyam parve kir: “Em ê bi pêşengtiya jinan pergaleke demokratîk ku azadiya jinê tê de serwer teqez ava bikin. Mezinkirina têkoşînê dê bibe soza me ya ji bo Nagihanê. Em ê ne pênûsa wê, ne xeyalên wê û ne jî dengê bi tu awayî li erdê nehêlin. Me pênûsa Nagihanê rakir û dê li her qadê dengê wê bilind bikin. Em ê dirûşma xwe ya jin, jiyan, azadî li her deverê bi dengekî herî bilind berz bikin."