‘Di şexsê hevrê Nagihan Akarselê de şoreşa jinan hedef hat girtin‘

Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Kevana Zêrîn, got: “Bi qetilkirina hevrêya me Nagihanê hewil dan ku ber li şoreşa mezin a jinan bigirin. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan.“

Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Kevana Zêrîn bi daxuyaniyek nivîskî qetilkirina endama Lêkolînkirina Jineolojiyê Nagihan Akarselê şermezar kir û got: “Hevrêyeke me ya jin a şoreşger û têkoşer a din, bi êrîşeke bi hovîtî ya aqil û pergala mêr hat qetilkirin. Nagihan Akarsel şervaneke bêzar bû ku di her warî de li ber xwe dida û têdikoşiya.“

Daxuyaniya Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Kevana Zêrîn wiha ye:

 “Ev sûîkasta beriya komploya 9’ê Cotmehê hat kirin, berdewamiya pêvajoya li dijî têkoşîna azadiya ya jinan e ku Rêbertiya me ji bo wê gotiye: ‘Projeya min a nîvcomayî ye.’ Komploya navneteweyî, bi şoreşa jinan ku veguherî têkoşîneke cîhanî hat pûçkirin. Hêzên komploger ên ev yek baş dîtine dixwazin jinan bikin hedef da ku li komploya xwe dewam bikin. Bersiva me ji bo vê, di serî de jinên hunermend, ew e ku em têkoşîna jinan li her derê belav bikin û komployê pûç bikin.

Rastiya jinan ku bi têkoşîn û pêşbîniya mezin a Rêber Apo ku sedsala 21’emîn wek sedsala jinan îlan kiriye, li ber xwe dide û têdikoşe, ji serê çiyayan ta bi her warê jiyanê bi ruh û can bûye. Hevrêya me Nagihan ku di belavbûna vê kevneşopiya berxwedan û têkoşînê li cîhanê bi rolê pêşengiyê rabû, bi nemerdî qetil kirin da ku rê li ber şoreşa mezin a jinan bigirin. Nagihanek here, wê bi hezaran Nagihanên din hêj radîkal û bihêrstir werin. Em vê êrîşa bi nemerdî, şermezar dikin û bang li hemû hunermendan dikin ku têkoşînê li qadan qeş bikin.“