Jin li dijî qetilkirina Nagihan Akarselê daketin qadan

Jin li gelek bajaran daketin qadan û qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel protesto kirin.

Li gelek bajaran jin daketin qadan û qetilkirina Endama Lêkolînkirina Jineolojiyê Nagihan Akarselê protesto kirin.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin. Jin li gelek bajaran daketin qadan û qetilkirina Akarselê protesto kirin.

DERSIM

Li Dersimê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên Nagihan Akarsel hatin rakirin û pankarta “Hûn nikarin pênûsê heqîqetê bêdeng bikin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Dersimê Nazli Çelîk Oz axivî û wiha got: “Em soz didin ku dê di vê rêyê de bimeşin ku rêhevala me Nagihan pêşengtî jê re dikir. Kesek nikare pênûsa heqîqetê ya ku rêhevala me Nagihan pêşengtiya wê dikir, bêdeng bike. Nagihan Akarsel, li dijî pergala serdest a mêr sedema serhildana me ye.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

AGIRÎ

Bi heman boneyê TJA’yê li pêşiya Rêxistina HDP’a Agiriyê jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr sûîqestên li Herêma Federal a Kurdistanê tên kirin bi bîr xist û wiha got: “Li dijî rêveberiyên otorîter û faşîst, serhildaneke jinan heye. Jin, îro li Rojhilata Navîn bi pêşengtiya jinên kurd û bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ serî li ber van rejîman radikin. Em baş pê dizanin ku hedefgirtina Nagihanê ya di demekî wiha de tiştekî rashatî nîne. Em baş dizanin ku ev komkujî; li dijî daxwaza azadiyê ya jinan û jinûveavakirina jiyanê, bersiveke aqilê mêr-dewletê ye. Yên ku fermana vê cînayetê dayîn û plan kirin divê baş bizanin ku em ê li hemberî van komkujî, faşîzm û tarîtiyê serî netewînin. Dê dîrok jî bibe şahid ku li dijî van hêzên faşîst û tarî, serkeftin dê bibe para têkoşîna jinan.”

BEDLÎS

Li Tetwan a Bedlisê jî bi pêşengtiya TJA, DBP û HDP’ê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Tetwanê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de endama PM’a HDP’ê Sîdar Karaçelîk diyar kir ku ev komkujî bi awayekî rasthatî nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Mîna aktîvîstên din ên li başûrê Kurdistanê hatine kuştin, Nagihan jî li pêşiya mala xwe hat qetilkirin. Mîna kujerên berê, niha jî kujer bi lez û bez ji holê winda bûn. Em soz didin ku dê xwedî li mîrasa rêhevala xwe Nagihan Akarsel derkevin ku bi sala ye ji bo ronîkirina heqîqeta jinan têdikoşiya.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

MÊRSÎN

Meclîsa Jinan a HDP’a Manîsayê jî li navçeya Sarûhanli ya Mêrsînê qetilkirina Akarselîm şermezar kir. Di daxuyaniyê de gelek jin amade bûn û Hevseroka HDP’a Manîsayê Zubeyde Tarlabolan axivî. Tarlabolan got ku hevalên wan Sevê, Sara û Nagihan Akarsel di encama sûîqestan de hatine qetilkirin û wiha bi dawî kir: “Qetilkirina rêhevala me ku keda wê ya di têkoşîna azadiyê ya jinan de heye, parçeyeke şerê tunekirina gelê kurd e. Em, alaya têkoşîna azadiya jinê û rizgariya gelan ji rêhevala xwe Nagihan dewr digirin û soz didin ku dê heta dawiyê bibiryardarî bidomînin. Stêrk, rêhevalên te bin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî" bi dawî bû.