Îraniyên li Tirkiyeyê rabûne ser pêyan!

Îraniyên li Tirkiyeyê dijîn, qetilkirina Jîna Emînî li ber Balyozxaneya Îranê ya li Stenbolê protesto kirin.

Serhildana li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq“ ve, berdewam e. Îraniyên ku li Tirkiyeyê dijîn, rejîma melleyan a ku Emînî qetil kir, li ber Balyozxaneya Sereke ya Îranê ya li Stenbolê protesto kir.

Polîsan, dor li çalakiyê girt, bi mertalan nehiştin ku Îranî biçin ber balyozxaneyê. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên li dijî rejîma Îranê hatin berzkirin, pereyê temsîlî yê Îranê hat qetandin û çalakgeran porê xwe jê kir.

Îraniyan, strana “Baraye” ya li welatê wan hat qedexekirin, gotin û bi reqsê rejîma faşîst protesto kirin.