Bi vegotina Abdullah Ocalan ‘Jin, jiyan, azadî’

‘Di dîroka gelê me de peyva jiyan û jinê yek e. Lê a niha em dibînin ku bûne du peyvên dijberî hev. Em dixwazin vê ferqa di navbera wan de ji holê rakin. Em êdî jin û jiyanê dîsa dikin yek.”

Piştî ku hêzên dewleta Îranê Jîna Emînî qetil kirin, di xwepêşandanan de slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ derketin pêş. Bi carekê ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ev slogan belavî gelek parzemînên dinyayê û bi dehan welatan bû. Ev di têkoşîna azadiya jinan a sedsala 21’emîn de bû şîfreyek. Di heman demê de bû şîfreyeke şoreşê ya jinên têdikoşin.

‘Jin, jiyan, azadî’ ne bi tenê berxwedan, di heman demê de tê wateya îrade, hêz û rêxistiniya avakirina pergaleke nû jî. Bêguman mîmarê ‘Jin, jiyan, azadî’ jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Wî di nirxandin û analîzên xwe de yên ji dawiya salên 1980 û heta îro, bal kişand ser vî tiştî ku li Kurdistanê ev her du peyv koka wan yek e û azadbûna jiyanê tê wateya azadbûna jinan.

Hin beşên balkêş ên ku Abdullah Ocalan di analîzên xwe yên berê de têkiliyeke çawa di navbera van peyvan de çêkiriye.

JIN PARÇEYEKÎ SEREKE YÊ JIYANÊ YE

Ez her dem dibêjim, jin parçeyekî sereke yê jiyanê ye. Ne bi tenê parçeyekî objektîf e, divê bibe kirdeya bi zanatî û biryardar jî. Di vî warî de em ne bi tenê ji bo çareseriyekê ava dikin, pêdiviya hemû beşa civakê di azadiya vî warî de heye. Hûn pêşengên azadiya di vî warî de ne. Peywir xwe li ser me ferz dikin, divê hûn girîngiyê bidinê. (Nîsan 1989)

LI CEM ME NAVÊ WÊ JIYAN E

Li cem me navê wê çi ye? Jiyan. We ew kiriye çi. Mirin û ketin. Divê ev tişt were guherandin. Divê hûn pêşengiya vî tiştî bikin ne wisa? Bila mêr bibin heyranên we. Divê têkiliyên we hebin ku hûn karibin çend şeran bikin û hêza we hebe ku hûn karibin bî tiştî beralî bikin (25’e Hezîrana 94’an).

JINBÛNA KEVNEŞOPÎ NE BAŞ E

Gelek ji we van hevokan zêde bi kar tînin “Em hê nû dest bi naskirina jiyanê dikin, meseleya hestan hê nû tê fêmkirin’. Ka hûn evqasî hestiyar bûn, ka we navê xwe kiribûn ‘Jin, jiyan, azadî’? Ka hûn nûnerên jiyanê bûn. Çima hûn hê nû dest bi naskirina hin hestên bilind dikin? Ma ne dereng e? Ev nayê wateya ku mirov jiyanê ji paş ve bişopîne? Kesên ku hestên wan evqasî paşverû û tevlihev e, gelo çi qasî dikare siyasî bibe? Wê karibe çiqasî bibe xwediyê pratîkeke zexm? Jinbûna di warê kevneşopiyê de ne tiştekî baş e. (9’ê Sibata 2015’an).

LI CEM ME JIYAN BI NAVÊ JINÊ RE BÛYE YEK

Divê em diyar bikin ku em vê hêviya mezin di serî de deyndarî şehîdên xwe yên qehreman in. Dîsa di serî de li cem me jiyan bi navê jinê bûye yek. Di van rojan de çar jinên Kurdistanê jî xwe şewitandin. Zekîye, Rahşan, Bêrîvan û Ronahî bûn navê herî mezin ku jin kirin jiyan. Jin ji her demê zêdetir, wekî aliyekî xurt ê jiyanê di vî şerî de cih digirin. Heta ku mirov van şehîdên jin ên qehreman, van şehîdên mezin ên Newrozê, van biryarên xurt ên jiyanê silav neke, nikare jiyanê fêm bike û heqê wê bide (21’ê Adara 1996’an).

JIN Û JIYAN BÛN TIŞTÊN DIJBERÎ HEV

Di dîroka gelê me de peyva jiyan û jinê yek e. Lê a niha em dibînin ku bûne du peyvên dijberî hev. Em dixwazin vê ferqa di navbera wan de ji holê rakin. Em êdî jin û jiyanê dîsa dikin yek. Ev pêşveçûneke mezin e. Ji ber vê jî ez vê geşedanê tevî hemû jinan pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim (26’ê Sibata 1998’an).

HEKE WÊ JIYANEK HEBE WÊ BI HELWESTA AZADIYÊ YA JINAN PÊK WERE

Di rastiya me de jin û jiyan bi heman peyvê tên gotin. Di rastiya me ya neteweyî de jî, jin û jiyan bi hev re tên nirxandin. Lê wekî ku hûn jî dibînin, îroj du peyvên ji hev hatine dûrxistin ew jî ev in. Jin û jiyan mixabin bi dagirkeriyên sed salan îro bûye qelsbûna civakî, hatiye asta ku jiyana jinê hatiye jibîrkirin û jiyan jî kiriye dojeh.  Kesayetiya jinê ya bi heybet a di destpêka dîrokê de, vê çanda ku civak, hilberîn û kedîkirin kiribû hunerek û xwe wekî xwedawendên pêşîn danîbû holê, îro bûye wekî belayekê. Beriya her tiştî divê mirov bi vî tiştî bizanibe. Heke ew ê jiyanek pêk were, wê ev bi jinê re pêk were û wê bi helwesta azadiyê ya jinan pêk were. Ez vêya wekî hevokeke ji rêzê bi kar naynim. Berevajî wê jiyan pêk nayê, berevajî wê mirovbûn wê pêk neyê (28’ê Adara 1998’an).

EM DIXWAZIN JIN KARIBIN BIJÎN

Jixwe jin û jiyan tên heman wateyê. Li Kurdistanê jiyan, ango diyardeya jin û jiyanê wekî têgih dişibin hev. Jin bi xwe tê wateya jiyanê. Lê mixabin a niha di destê we de wekî miriyan e. Em a niha dixwazin jin dîsa karibin vegerin jiyanê û bijîn (27’ê Tebaxa 1998’an).

LI KURDISTANÊ JIN XWEDIYÊ PÊŞÎN Ê JIYANÊ YE

Li Kurdistanê jin, xwediyê pêşîn ê jiyanê ye. Çima em ji nû ve wateyê nedin wê û xwedîtiyê li wê nekin? Tişta ku pêşiya vî tiştî digirin, civaka bûye pîrek a sedsalî ya rast encameke mêran e. Çima em van tiştan hilneweşînin? (27’ê Tîrmeha 1998’an).

LI GORÎ MIN BÊEXLAQTÎ YE KU MIROV TEŞEYEKÊ BIDE JINAN

Divê mirov azadiya jinan biparêze. Li gorî min bêexlaqtî ye ku mirov teşeyekê bide jinan. Jin divê bibe xweda, xwe tê wateya ji xwe diwelide. Jina azad wekî rojekê ava dibe. Peyvên jin û jiyan gelekî watedar in. Divê jin xwedî qudret, azad û bi biryar bin. Jin gelekî baş girêdayî min in. Ev qasî ne girêdayî min bin. Yên ku ji sedî sed girêdayî min in, nabin jin. Jin nirxekî pîroz e. Ji ber vê peyvên jin û jiyan bi qîmet in (18’ê Adara 2013’an).

FORMULA BI EFSÛN A JIN, JIYAN Û AZADÎ HÎN BIKIN

Şertên jiyanê yên ku di em di nav de dijîn û teşeya wê li hemberî koletiya jinan û qirêjiya wê darbeyeke mezin e. Ev tişt ji bo min serbilindî ye. Tişta girîng ev e ku em wekî kes û sazî, em ê çawa karibin cewhera vê teşeya jiyanê dagirin. Li gorî min şert û formasyona ku mudaxeleya mêran tune, raza meseleyê ye. Di nav wan şertan de hûn bersiva herî serkeftî didin. Hinek jê gelek caran qala pêdiviya jinan û evîna wê dikin. Lê hûn jî baş dizanin ku, li cem van kesan ji bo evîna jina rastîn ne cesaret, ne jî bîr û bedewiya wê heye. Tişta ku jê re dibêjin pêdivî û evîn, bi qasî ajoyên wan ên prîmatîv in. Bi van tiştan re evîn pêk nayê, encax evîn dikare were kuştin. Hemû pirtûkên xwedayan ji dema Adem û vir ve tijî çîrokên kuştina vê evînê ne. Lê dîsa jî divê hûn formula bi efsûn a azad û jin û jiyanê hîn bikin û nûnertiya wê bikin (24’ê Hezîrana 2013’an).

JIYAN DI ŞÊNBERIYA JIN Û JIYANÊ DE HATE WINDAKIRIN

Jiyana bi efsûn li vir ava bû. Li Kurdistanê wekî jin û jiyanê pêk hat. Di nava hezar salan de vê carê hîyerarşî û di desthilatdariyên dewletan de, di şênberiya jin û jiyanê de di mekanên cihê de hatin windakirin.

Di civaka Kurdan de qedandina jiyanê herî zêde mirov dikare di dora diyardeya jinê de bibîne. Di vê çanda civakî de ya ku navê jin û jiyanê bi awayekî rast dike yek; peyvên jin, jiyan, can, şên û cîhan ji heman kokê tên û ev jî tê wateya rastiya jin û jiyanê. Di jinê de qedandina jiyanê dibe nîşandeka herî bingehîn a qedandina civakî. Jin a ku rê li ber çanda xwedawendiyê vekiriye, li dora şaristaniya wê çandek hatiye avakirin. Lê ji vê çandê bi tenê koratiyeke mezin a di warê jin û jiyanê de û teslîmbûna ji bo ajoyan maye.

Em her dem dibêjin ku şertên ku jin û jiyan, ji jin û jiyanbûnê derketine, hilweşandin û helandina civakê diyar dikin. Heta ku ev rastî neyê çareserkirin û ji bo rêya azadiyê neyê seferberkirin, nabe ku şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û milîtan karibin rola xwe bi cih bînin. (Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk).