AKDM: Hûn nikarin têkoşîna ji bo azadiyê ya jinan bi qetlîaman asteng bikin

ADKM'ê diyar kir ku Nagihan Akarsel yek ji pêşengên têkoşîna ronîkirina rastiya jinê ye û got: "Ala têkoşîna azadiya jinê ya di destê hevrê Nagihan de di destê bi milyonan jinan de li ba dibe."

Meclîsên Komunên Şoreşger ên Ewropayê (AKDM) bi daxuyaniyeke nivîskî, qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarselê şermezar kir.

AKDM’ê da xuyakirin ku ew pê hisiyane ku piştî Jîna Emîniyê endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel li Silêmaniyê di encama êrîşeke bi çek de hatiye qetilkirin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘“Hûn nikarin têkoşîna azadiyê ya jinan bi qetlîaman asteng bikin. Hûn nikarin rastiya jinan di bin hezar qatên erdê de asê bikin. Hêza we têra vê nekiriye û wê neke.

Hevrê Nagihan Akarsel, bûye pêşengek ji pêşengên têkoşîna derxistina holê ya rastiya jinan ku di tariyê de maye. Ala di destê hevrê Nagihanê de, di destên bi milyonan jinan de li ba dibe.“