'Ji bo Nagîhan Akarsel hesab bipirsin dakevin kolanan!'

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê got, "Em bi lezgîn ji bo Nagîhan Akarsel li kolanên Ewropayê dakevin qadan û hesab bipirsin."

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê got, "Mêtîngeriya Tirk a faşîst, bi armanca tinekirina têkoşîna gelê Kurd a ku li herêmê mezin dibe, bi qetilkirina pêşengên wê, Tevgera Azadiyê ya Kurd, komunîstên Marksîst-Lenînîst û nûnerên hêzên pêşverû yên herêmê, êrîşên xwe didomîne."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hevrêya me Nagîhan Akarsel ku bi kedên xwe yên giranbuha di têkoşîna azadiya jinê û Tevgera Jinên Kurd de tê naskirin û edîtora kovara Jineolojiyê ye, li bajarê Silêmaniyê yê Iraqê ji aliyê desthilatdariya mêtinger, faşîst a AKP-MHP’ê ve hate qetilkirin.

Em êşa windakirina Nagîhan Akarselê dikişînin. Tirsa faşîzmê ew qas mezin e ku heta asteke li qadên ku welatparêz û komunîst lê bi bandor in, serî li kiryarên xirab dide.

Piştî qetilkirina Nagîhan, bila ji bo Nagihan Akarsel li kolanên Ewropayê bi lezgîn dakevin kolanan û hesab were pirsîn. Werin em bang li her jinê bikin ku ji bo têkoşîna azadiya jinê hesab bipirsin.

Li dijî komkujiya jinan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ em derbasî serhildanek wisa bibin ku kolan ti carî Nagihan û Jîna Emîniyan ji bîr neke û li dijî dewleta Tirk a faşîst û mêtînger, hikûmetên serdest ên mêr, qesr û serweriya wan li ber xwe bidin.”