3 jinên din hatin kuştin

Li Amedê, jineke ku bi rêk û pêk tundî lê dihate kirin, bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Li Spartayê jî jinek ji aliyê mêrê pê re zewicî bû bi çekê hate kuştin.

Şengul Oktay li navçeya Baglar a Amedê bû. 15 salan mêrê ku pê re zewicî bû bi rêk û pêk lê dida.

Şengul Oktay ku ji ber vê yekê xwe li stargehekê girt, her carê ji aliyê ferdên malbatê ve hate 'qanih'kirin û ji bo mêrê lê dida dihate şandin.

Oktay 2'ê Cotmehê roja Yekşemê bi gumabarî jiyana xwe ji dest da. Mêrê ku Şengul Oktay pê re zewicî bû, winda bû.

Cenazeyê Şengul Oktay rakirin Saziya Tipa Edlî û piştre li navçeya Farqînê hate veşartin.

Li Spartayê jî jinek hate kuştin. Li gundê Buyukgokçelî yê ser bi navendê ve, Sezer Işik ji aliyê mêrê pê re zewicî Yadîgar Işik ve bi çekê hate birîndarkirin.

Yadîgar Işik ku bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Kujer ji cihê bûyerê reviya û hînê nehatiye girtin.

ENQERE

Li Enqereyê jî Serokê Daîreya Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê ya Wezareta Edaletê dadger Serkan Tuzun, jina ku pê re zewicî bû qetil kir. Tuzun piştre bi çekê xwe kuşt.

Cenazeyê herduyan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.

Li gorî agahiyan Tuzun serokê berê yê Ocakên Alperen bû.

DI NAVA 9 MEHAN DE HERÎ KÊM 246 JIN HATIN KUŞTIN

Li Tirkiyeyê hema bêje her roj jinek tê kuştin. Li gorî Platforma 'Emê pêşî li kuştina jinan bigirin' meha Îlonê herî kêm 26 jin hatin kuştin, 19 jinan jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Tebaxê 33 jin hatin kuştin, 15 jin jî bi gumanbarî mirin. Li gorî bîlançoyên mehane yên platformê ji destpêka salê ve herî kêm 246 jin hatine qetilkirin. Dema ku jinên bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dane lê vê bîlançoyê bê zêdekirin, hingî girantir dibe.