Jinên Îranî li Kolnê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz kir

Jinên Îranî yên li Kolnê deketin qadan, bal kişandin li ser nasnameya Kurd a Jîna Emînî û gotin ku divê dirûşma “Jin jiyan azadî“ neguhere û wek xwe bimîne.

Ji Sydneyê heta bi Newyorkê, ji Parîsê heta bi Beyrûd û Kabîlê li 32 bajaran, jinan xwe bi şiara “Femînîzm ji bo Jînayê“ bi rêxistin kir û li Ehrenfeld Neptunplatz a li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiyek li dar xist. Jinên Îranî, çalakî organîze kir. Gelek jinên Îranî û Elman tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bi Farisî û Elmanî axaftin hatin kirin û bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî“ hat berzkirin.

NE MEHSA AMÎNÎ LÊ JÎNA EMÎNÎ

Aktîvîsta Îranî Elaha Sadr, bal kişand li ser nasnameya Jîna Emînî û got: “Jîna Emînî, jineke Kurd bû. Gava çêbûye dêya wê xwestiye navê “Jîna“ lê bike. Lê Daîreya Nifûsê ya Îranê ji ber ku nav bi Kurdî bûye nenivîsiye û zor daye malbatê ku navekê bi Farisî lê bike. Lewma malbat neçar maye ku navê Mehsa Amînî lê bike. Navê Jînayê, Jîna Emînî ye. Ne Mehsa Amînî ye.“

‘DIVÊ DIRÛŞMA JIN JIYAN AZADÎ WEK XWE BIMÎNE’

Aktîvîsta Îranî Homa Mûradî jî da zanîn ku dirûşma “Jin jiyan azadî“ destpêkê jinên ji Bakurê Kurdistanê bi kar aniye, bi pişt re bi têkoşîna YPJ’ê li dijî DAÎŞ’ê li hemû cîhanê belav bûye. Mûradî da zanîn ku hin derdor dixwazin pêvekan bi vê dirûşmê ve bikin û got: “Lê ev dirûşm divê wek xwe bimîne.“

‘SERHILDAN BI GELÊ RÊXISTINKIRÎ YÊ KURDISTANÊ DEST PÊ KIR’

Aktîvîsteke din a Îranî Sara Savaree jî wiha axivî: “Piştî qetilkirina Jîna Emînî, gelê rêxistinkirî yê li Kurdistanê serî hilda û serhildan belavê her dera Îranê bû. Bi van çalakiyên protestoyî cara destpêkê piştî 43 salan hêviya guherînê li Îranê geş bû. Ev çalakî ne bi tenê li dijî mejbûriyeta girtina serê xwe ye. Ji ber ku jin dixwazin li ser bedena xwe bibin xwedî maf van çalakiyên protestoyî dikin.“

Çalakî, bi girtina govendê li ber strana “Lêde Lêde“ bi dawî bû.