TJKN-Rûsya: Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê, wê hesab bidin

TJKN-Rûsyayê kuştina Nagîhan Akarsel şermezar kir û bi gotina "Her bêdengî hêzê dide dijmin" bang li gelê Kurd kir ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker helwestê nîşan bide.

Têkildarî akademîsyen Nagîhan Akarsel ku li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin, Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî ya li Rûsyayê (TJKN-Rûsya) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de şehîdên jin ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bibîranîn û hate gotin, "Bi dehan hevalên me li Silêmaniyeyê bi destê sîxur û xwînmêjan hatin şehîdxistin. Hevrêya me Nagîhan bi rêbazeke qirêj hate qetilkirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên şoreşger bi parçekirina mejiyê mêtinger û dagirker, ji bo parastina nirxên jiyana azad, kevneşopiya berxwedana jinê dewam dikin û mohra xwe li vê serdemê dixin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî û hevkariya PDK'ê hêza xwe bi armanca tinekirina gelê Kurd û hêzên azadîxwaz bi kar tîne. Li her derê Kurdistanê bi taybetî Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê didomîne. Dewleta Tirk a faşîst û dagirker şerekî bi xwîn dimeşîne û herî zêde jî tinekirina hêza jinê dike hedef. Siyaseta PDK'ê ya hevkar bi dewleta Tirk a dagirker re bi salane li hember gelê Kurd hatiye meşandin. Dîroka bi êş ku gelek bûyerên qirkirinê ku PDK’ê di nav de cih girtiye, îro careke din bi awayekî eşkere derket holê. Ev rûreşiya ku careke din rû da, gelê Kurd wê tu car ji bîr neke. Hevala nemir Nagîhan şoreşger û pêşenga jiyana azad bû. Erîşa li ser Nagîhan êrîşa li ser vîna jina Kurd û qîrîna azadiyê bû.

Erîşên ku li dijî jinê têne kirin, di heman demê de li ser hemû civakê ne. Ji ber ku weke Rêber Apo jî daye diyarkirin 'rastiya jinê û dayikê rastiya civakê ye'. Civak bi xwe çand, exlaq û  hebûne ji bo vê yekê jî êrîşên ku li hemberî jinê tê kirin li dijî nirxên civakê tê kirinê. Jinên ku li hemberî dîktatoriyê disekinin  armancê wan hemû yek e. Di dîrokê de heta roja me ye îro jinê tu car ev pergala zilam qebûl nekiriye û her dem li hemberî vê têkoşiyane. Çawa kû îro bi Jîna (Mahsa) Aminî dirûşmeya 'Jin, Jiyan Azadî' li tevahîya cîhanê bû banga jiyana azad pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê li hember kiryarên nokerên Kurd bêdeng nemînin. Em Kurd in û ew der Kurdistan e û mafê her Kurdekî heye li welatê xwe azad bijîn. Kes nikare li ser erdê me êrişî şoreşger, rojnamevan û akademîsyanan bike. Dijminê gelê Kurd diyar e û hevkarên wî jî diyar in. Bêyî alîkariya wan dewleta Tirk a dagirker nikare gavek li Başûrê Kurdistanê biavêje. Em vê yekê dizanin û ew ê hesab bidin.

Em wek jinên Kurd ên li Rûsyayê bang li Kurdên li hemû parçeyên Kurdistanê û dervayî welat dikin ku rabin û xwedî li têkoşîna hevala nemir Nagîhan derkevin. Her bêdengî hêz dide dijmin, bibin yek û Kurdistanê ji neyarên gelê Kurd re bikin goristan."