‘Em ê xwedî li sekna jin jiyan azadî ya Nagihanê derbikevin’

Jinên Amedî ku qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê protesto kirin, diyar kirin ku wê çanda berxwedanê ya Akarselê, bi ronakbîriya jinan dewam bike.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo şermezarkirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora kovara Jineolojiyê, akademîsyen Nagihan Akarselê, li Parka Hazalê daxuyanî dan.

HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, parlamentera HDP’ê Dersîm Dag û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Jinan, li qada çalakiyê pankartê li ser “Em êrîşên li dijî têkoşîna jinan qebûl nakin.“ vekir.

 ‘JINÊN KURD WÊ VÊ QEBÛL NEKIN’

Endama Hejmara yê Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglû ku destpêkê li vir axivî û wiha got: “Em dizanin, kirinên pergala mêrserwer her tim plankirî ne. Ev êrîşa bi xayinî û nemerdî li dijî azadî û çanda jinan e. Jinên Kurd wê vê qebûl nekin.“

‘WÊ ÇANDA BERXWEDANÊ YA NAGIHANÊ BI RONAKBÎRIYA JINAN DEWAM BIKE’

Seydaoglû, bal kişand bi ser wê yekê de ku wê çanda berxwedanê ya Nagihan Akarselê bi ronakbîriya jinan dewam bike û wiha axivî: “Ev êrîş ne bi tenê li dijî tevgera jinên Kurd, li dijî hemû tevgerên jinan ên cîhanê û têkoşîna wan e. Li Îranê qad bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ronî dibin. Li dijî têkoşîna jinan tengav bûn. Em soz didin ku em ê li dijî vê xeta xiyanetê ya pergala mêrserwer li ber xwe bidin û têkoşîna Nagihanê geş bikin. Lewma em bang li hemû jinan dikin azadiyê mezin bikin.“

‘SEKINA JIN JIYAN AZADÎ YA NAGIHANÊ…‘

Berdevka MGKP’ê Roza Metîna ku bi pişt re axivî, îşaret bi wê yekê kir ku êrîşa li Nagihan Akarselê hatiye kirin, êrîşek e ku li dijî vîna jinên Kurd û têkoşîna wan hatiye kirin û ev tişt anîn ziman: ‘’Nagihanê, bi xebat, lêkolîn û rojnamevaniya mîrateyeke mezin li pey xwe hişt. Ji wê boneyê em xwedî li mîrateya Nagihanê derbikevin. Hişmendiya ku Jîna Emînî û Nagihan qetil kirin heman hişmendî ye. Em ê xwedî li sekna ‘Jin jiyan azadî’ ya Nagihanê ku ji hevalên xwe re hiştiye derbikevin. Em jî dibêjin ‘Jin jiyan azadî.“

2 KEDKARÊN ÇAPEMENIYÊ HATIN DESTGÎRKIRIN

Piştî daxuyaniyê, polîsan dor li jinan girt û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Eylem Akdag û belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê destgîr kirin. Akdag di wesayîta destgîrkirinê de hat rawestandin, sekna jinan li qadê berdewam e.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê bi pêşengiya TJA'yê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em kujeran nas dikin. Bi têkoşîna jinan em ê hesab bipirsin" hat vekirin û wêneyên Akarselê hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci di daxuyaniyê de axivî.

Akinciyê destnîşan kir ku Akarselê bi salan di çapemeniya azad de xebitiye û wiha got: "Hevala me ji ber zextên faşîst têkoşîna xwe ya azadiyê li Başûrê Kurdistanê didomand. Ev êrişa li hemberî hevala me, di heman demê de li hemberî jinên Kurd, li hemberî gelê Kurd û kesên ji bo azadiyê têdikoşin hatiye kirin."

Akinci bilêv kir ku kesên xwe li bêdengiyê deynin jî berprisê vê qetilkirinê ne û wiha got: "Kesên ji wan we ye dê me bi rêbazin wiha bêxlaq bitepisînin, bila li dîrokê mêze bikin. Ya hatiye kirin cinayet e û armanca vê êrişê jî hedefgirtina têkoşîna me ya azadiyê ya jinên Kurd e."

Akinci di dawiyê de got: "Hûn ê nikaribin Sakîne, Fatma, Pakîze, Sêvê, Hevîrn û Nagihanên têkoşer bi suîqestan biqedînin."

ENQERE

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Enqereyê jî qetilkirina Akarselê li ber avahiya HDP'ê ya Enqereyê protesto kir. Di daxuyaniyê de dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pekîze Sînemîllîoglû di daxuyaniyê de axifî. Sînemîllîoglû wiha got: "Hevala li Silêmaniyê bi xebatên jinê û jineolojiyê bû dengê jinan. Got 'Jiyaneke din pêkan e' û dengê hemû jinanan ragihand jinên cîhanê. Guleyên li Nagihanê hatine teqandin li têkoşîna azadiyê ay jinê hatine teqandin. Ev gule li dengê jinan hatiye teqandin."

WAN

Li Wanê jî qetilkirina Akarselê hat şermezarkirin. Jinên ku bi pêşengiya TJA'yê li Kuçeya Hunerê li hev kom bûn pankarta “Hêza pênusa jinan wê dawiya faşîzmê bîne” vekirin. Jinan tim dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Endama Desteya Rêvebir a Kovara Jineolojiyê Neslîhan Şedalê bibîr xist ku Akarselê demeke dirêj rojnamevanî kiriye û got ku bi pênûsa xwe, çalakiya xwe dabû dû heqîqeta jinê û civakê. Şedalê wiha got: "Em baş dizanin ev şerê qirêj ê li hemberî jinên Kurd û li tevahiya Kurdistanê tê kirin, ji ber tirsa ji têkoşîna me ya azadiyê ye. Di vê sedsalê de ku dê bibe sedsala jinê, em ê ji tiştên ku em ji Nagihanan hîn bûne tawiz nedin û paş de gav neavêjin."

ŞIRNEX

TJA'yê li Şirnexê jî qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarselê şermezar kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TAJ'yê, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû, Hevşaredara Hezexê Songul Erden, rêvebirên HDP'ê yên bajêr û navçeyê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de dowîzên li ser “Nagihan Akarsel nemir e” û “Pênûsa jinan êdî serhildanê dinivîse!” nivîsandî hatin hilgirtin. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdagê metna daxuyaniyê xwend. Akdagê diyar kir ku Akarselê li hemberî hemû tahde û zilman her tim nivîsandiye û bi sekna xwe bûye îlham ji bo her kesî.

Akdagê bilêv kir ku guleyên li Akarselê hatine teqandin li têkoşîna azadiyê ya jinê hatine teqandin û got ku ew ê hesabê Nagihan Akarselê bipirsin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.