Kovara Jineolojiyê: Em banga mezinkirina mîrateya Nagîhan dikin

Kovara Jineolojiyê got, "Em bang li hemû jinên şoreşger ên cîhanê dikin ku xwedî li mîrateya ku Nagîhanê dewr girtibû derkevin û ji bo ku kujerên wê bên eşkerekirin û darizandin têbikoşin."

Kovara Jineolojiyê der barê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnamevan û Akademîsyen Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya ku hat gotin; “Em zîhniyeta ku endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel qetil kir, dizanin û nas dikin” de ev tişt hat daxuyandin: 

'JIYANA XWE FEDAYÊ TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ KIR'

"Nagîhan Akarsel ku di warê jineolojiyê de ji bo avakirina hêza rewşenbîrî ya ku jin û gelan bi şoreşê re tîne cem hev, bi taybetî li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşengiya wê kir, li Silêmaniyê hat qetilkirin. Piştî Kuştina Nagîhanê jinên ku bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' daketin qadan. Em dibînin ku pergala serdest a mêr ku li Îranê jina Kurd Jîna Mahsa Amînî qetil kir xwe dubare dike.

Nagîhan a ku di hemû jiyana xwe de kedeke mezin daye têkoşîna azadiya jinê, ji bo pêşxistina jîneolojî ku zanista şoreşa jinê ye û ji bo hevdîtina bi jinên cîhanê re bi kedên mezin roleke pêşeng lîstiye. Nagîhan bi xebatên xwe yên rewşenbîrî, wateyî û pratîkî yên di warê jineolojiyê de, bi hemû jiyana xwe ya ku veguherî berxwedan û têkoşînê, ji bo heqîqeta jin a ku tê xwestin di taritî de bê hiştin, li ser eksen aramana jineolojiyê meşaleye azadiyê hildaye. Jin bûne bîra dîroka berxwedan û jineolojiyê.

Zîhniyeta qirker a serdest a mêr û rûyê wê weke netew-dewletê; Bi taybet jin, îradeya jinê, bedena wan û nasnameya jinên pêşeng ên şoreşê hedef girtin û qetil kirin. Pergal bi vê helwesta xwe  hewl dide berxwedana civakî bişkîne û koletiyê ferz bike. Kuştina hevala me Nagîhan ku yek ji van nasnameyên pêşeng ên şoreşê ye, ne ji nasnameya wê ya Kurdewarî û jinê cuda ye. Ev êrîş êrîşa li dijî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê û têkoşîna wan a azadiyê ye ku di sedsala 21’an de pêşengiya şoreşa jinên cîhanê kirin.

'EM RAMANÊN WÊ BI PÊŞ VE BIBIN’

Roj; Roja parastin û pêşxistina fikra azadî û berxwedanê ye ku Nagîhan parast, hilgirt û pêş xist. Em wekî Lijneya Jineolojiyê; di kesayeta Endama Lijneya Kovara me û endama  Navenda Lêkolînên li ser Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, vê êrîşa namerdane ya  li ser jinê û li ser şoreşa jinê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû jinên şoreşger ên cîhanê dikin ku xwedî li mîrasa ku Nagîhanê dewer girtibû derkevin û ji bo ku kujerên wê bên eşkerakirin û darizandin têkoşînê bidin.

Nagîhan Akarsel rûmeta me ye û bê mirin e."