YJAD: Kujerên Nagihanê ji welatê xwe derbixin!

YJAD’ê bi daxuyaniyek nivîskî qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê şermezar kir û got: “Sûcdaran darizînin û ji axa xwe derbixin. Dev ji hevkariya hesab û bazariyên qirêj berdin.“

Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD), bi daxuyaniyek nivîskî, qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê, şermezar kir. YJAD‘ê diyar kir ku Nagihan Akarsel a gav ji felsefeya jin jiyan azadiyê bernedaye û hemû jiyana xwe daye ji bo azadiya jinan. YJAD’ê anî ziman ku ew di derbarê vê bûyerê de li benda daxuyaniyekê ne ku PDK û hêzên polîtîk ên Başûrî bidin.

YJAD’ê destnîşan kir ku qetilkirina Nagihan Akarsel li Silêmaniyê, Sakîne Cansiz li Parîsê û qetilkirina Jîna Emînî, ew ji qetilkirina jinan li welatên cîhanê yên din cuda nabînin û wiha got: “Em jinên parêzvanên rêya heq, Nagihanê nas dikin û şahidê jiyana wê ne. Sakîne, Jîna Emînî û Nagihan, ji aliyê heman hişmendiya paşverû ve hatin qetilkirin. Ev qetil ne nê jirêzê ne. Qetlîam, di bin berpirsiyariya PDK’ê de bûye. Em li bendê ne di serî de PDK, hemû rayedar bi lez û bez daxuyaniyê bidin û sûcdaran bidarizînin û ji welatên xwe derbixin.

Em bang dikin ku dev ji hevkariya hesab û bazariyên qirêj berdin. Dîrok, bi pîroziya jiyana jinan bi rê ve diçe. Nagihan Kurd bû, rojnamevan bû û hezkiriya welatê xwe bû. Pênûsa wê ranaweste. Ew ê bi bibîranînên xwe bijî û bê jiyandin. Têkoşîna me ya li dijî qetilkirina jinan, heta ku berpirs derkevin holê û hesab bidin wê dewam bike. Li kû derê Canek ji dest biçe, dilê me li wir lê dikeve.“