Girtiyên jin ên li Sîncanê ji bo Jîna Emînî porê xwe jê kirin

Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 20 jinan ji bo Jîna Emînî porê xwe jê kirin û piştgirî dan berxwedana jinan.

Ji bo çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin, li girtîgehên dewleta Tirkiyeyê piştgiriya jinan zêde dibe.

Piştî jinên ku 30'ê Îlonê li Girtîgeha Bakirkoyê porê xwe birîn, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî çalakiyeke bi heman rengî ya piştevaniyê hate lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê parêzeran ve hatin dayin, nêzî 20 jinan ji bo piştgiriya jinên li Îranê bikin porê xwe jê kirine.