Polîsan êrîşê çalakiya protestoyî ya li Kadikoyê kir

Girseya ji bo protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê li Kadikoyê hat ba hev, rû bi rûyê êrîşa polîsan bû. Gelek kes bi êşkence hatin destgîrkirin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û Tevgera Jinên Azad (TJA) qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li ber avahiya Sureya Opera ya Kadikoyê şermezar kirin. Bi destpêkirina çalakiyê re polîsan bêyî hişyariyê bi mertalan dor li jinan girtin. Polîsan piştre bi zorê rojnameger ji qadê derxistin. Piştî rojnameger ji qadê hatin derxistin, jin rastî lêdanê hatin û nêzî 30 jin hatin destgîrkirin. Jinan ev ev pêkanîna kêfî, bi dirûşma “Jin jiyan azadî“ protesto kir.

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû bertek nîşanê destgîrkirinê da û destnîşan kir ku zû ya jî dereng wê ev dorpêç bê belavkirin. Pîroglû, wiha axivî: “Sûîqastan dikin, mirovan di girtîgehan de qetil dikin, diziyê dikin, dibin şirîkê kuştinê lê yên dengê xwe ji vê re dikin, hewil didin bi dorpêça polîsan bifetisînin. Bila bizanin ku wê ev dorpêç belav bibe û wê yê herî li ser jî hesab bide.“

Pîroglû, îşaret bi wê yekê kir ku wêrekiya polîsên vê nehiqûqiyê dikin ji necezakirinê tê û wiha got: “Walî nahêlê di der barê Hanîfî Zengîn de dest bi lêpirsînê bê kirin. Amirên li vir, wêrekiyê xwe ji vê digirin. Lê bila bizanin ku wê ew walî jî biçe. Ez li vir cardin soz didim, cardin sond dixwim; ez ê biçim rûniştina dadgehê ya ji bo Hanîfî Zengîn û li wir bibim şahid. Ez ê li girtina wan temaşe bikim. Çimkî em ê bi ser bikevin.“

Piştî destgîrkirinê, tevî hemû astengiyan komeke li Kadikoyê derket qadan, qetilkirina Akarselê protesto kir.