TJK-E'yê kuştina Akarsel şermezar kir, ji bo çalakiyan banga lezgîn kir

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) kuştina Edîtora Kovara Jineolojiyê ya li Silêmaniyeyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û ji bo çalakiyan banga lezgîn kir.

Di daxuyaniya TJK-E'yê de hate gotin, "Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst û çeteya xayin noker PDK, li Silêmaniyeyê endîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi hovane qetil kirin. Ev bûyera kuştinê ji Komkujiya Parîsê heta bi qetilkirina Şukru Serhatan, Mehmet Zekî Çelebiyan, dewama sûîqestan e. Em vê êrîşa nemerdane şermezar dikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bi rojane li tevahiya cîhanê dirûşmên 'Jin, jiyan, azadî' têne qîrîn. Cîhan tev bi van hersê gotinan li ber zilma rejîman û serweriya mêr radibin.

Dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê PDK, li Silêmaniyeyê êrîş birin ser pêşengên jinan ên afirînerên vê dirûşmê. Bi taybetî êrîş birin ser xeta azadiya jinê, xeta îdeolojîk a ku bingehê ji vê xetê re datîne û dike malê tevahiya jinan û mirovahiyê. Ev êrîş tevî ku parçeyek ji konsepta îmhayê ya li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd e, di heman demê de êrîşek li ser xeta azadiya jinê, cîhanîbûna têkoş^nıa azadiyê ya jinên Kurd û modela jiyaneke azad, êrîşa li ser jineolojiyê ye."

'HÊRS Û BERXWEDANA ME WÊ HER TIM XURT BE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Nagîhan Akarsel bi nivîsên xwe deriyên cîhaneke nû ji jinan re vedikir û hate gotin, "Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê, di vê gerdûna wateyê ya Nagîhanan de em ê hêrsa xwe zindî bihêlin, berxwedana xwe damîmî bikin, ji bo bîranîna wê em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê mezintir bikin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên jinan, bi taybetî jinên Kurd hate kirin ku xwedî li parêzvanên dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' derkevin û li her derê nerazîbûna xwe nîşan bidin.