SMJÊ ji bo Nagîhan Akarsel banga tevlîbûna li çalakiyan kir

SMJÊ qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir û got, "Bila dijmin qet bawer neke ku jinên berxwedêr ên Başûrê Kurdistanê bi van êrîş û kuştinan bitirsîn. Jin xwedî vîna azad e, wê ti carî li hemberî sîxur û xiyanetkaran serî netewînin."

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji ber qetilkirina akademîsyen Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyeyê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de qetilkirina Jîna Emînî û serhildanên gel ên bi pêşengiya jinan bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' li tevahiya cîhanê deng vedane hate bibîrxistin û hate gotin, "Ev yek êdî bûye dirûşmeyeke hêviyê ji bo azadiya jinên cîhanê. Dewleta Tirk a qirker û dagirker nekarî xwe li vê yekê rabigire û hovîtiya xwe dewam dike. Di 4'ê Cotmeha 2022'an de li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê, jina Kurd ku endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê bû; aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel bi sûîqestê li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin."

SMJÊ diyar kir ku mejiyê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê bi hezaran ji civaka Êzidî bi taybetî jin, ciwan û zarok revandin, kuştin û winda kirin, heman mejî ye ku Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel qetil kir.

SMJÊ got, "Qetilkirina jinan a li pêş çavan, biryara siyaseta qirêj a desthilatdaran e" û wiha dewam kir: "Ev rejîma faşîst, dîktator, paşverû dixwaze di şexsê jinê de tevahiya civakê li gorî mejiyê xwe, berjewendiyên xwe biguherînê û bi kar bîne."
 
SMJÊ qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir û got, "Bila dijmin qet bawer neke ku jinên berxwedêr ên Başûrê Kurdistanê bi van êrîş û kuştinan bitirsîn. Jin xwedî vîna azad e, wê ti carî li hemberî sîxur û xiyanetkaran serî netewînin."

Di daxuyaniyê de bang li alîgirên demokrasî, wekhevî û azadiya jinê kir ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û xwedî li van jinên têkoşer derkevin.

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo çalakiyên 8'ê Cotmehê yên li tevahiya Ewropayê bêne lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.