Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Nagihan Akarselê daketin qadan - HATE NÛKIRIN

Kurdistaniyên li gelek navendên Ewropayê hatin ba hev, qetilkirina Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê protesto dikin.

Bi banga tevgerên Kurd ên Ewropayê, ji bo protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê derdikevin qadan. Piştî Hollandayê, gel li Belçîka û Elmanyayê jî gel daket qadan.

BRUKSEL

Ji bo protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê, li ber îstgeha trenan a navendî ya li Bruksela paytexta Belçîkayê, çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê ve hat organîzekirin. Gelek kes, tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de wêneyên Nagihan Akarselê hatin hildan. Bê navber ‘dirûşmên “Jin jiyan azadî“, “Erdoganê kujer“, “Bimire xiyanet“ û “Şehîd namirin“ hatin berzkirin û dewleta Tirk hat protestokirin.

Di axaftinên hatin kirin de, hat diyarkirin ku qetilkirina Nagihan Akarselê ne bûyereke ferdî ye û ev tişt hatin gotin: “Bi taybetî di 10 salên dawîn de, dewleta Tirk a faşîst, bi qetilkirina pêşengên şoreşa jinan a li Kurdistanê hewil dide da ku ber lê bigire. Têkiliyeke eşkere di navbera qetilkirina Şehîd Sakîne Cansiz û Qetlîama Kobanê ya 23’yê Hezîrana 2020’î pêşengên Kongreya Starê hedef hatin girtin û qetilkirina hevrêya me Nagihan Akarselê de heye. Nagihan Akarsel, bi jiyana xwe ya têkoşer a bi 30 salan, bi nasnameya xwe ya rojnamevan, nivîskar û Jineolojiyê ji aliyê Kurdan ve dihat naskirin. Ji ber vê nasnameya xwe hedef hat girtin.“

DRESDEN

Meclîsa Jinan a Ûta ya Dresdenê jî bi armanca şermezarkirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora kovara Jineolojiyê, akademîsyen Nagihan Akarselê, saet di 17.00’an de li Albertplatzê daxuyanî da. Daxuyaniyên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Women Defend Rojava û Buroya Jinan a ji bo Aştiyê (CENÎ) ku ji Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarselê weşandibûn, hat xwendin.

Jinan dirûşmên “Jin jiyan azadî“ û “Şehîd namirin“ berz kirin.

KOLN

Kurdistaniyên li Kolnê dijîn jî, li Breslaûer Platzê dest bi çalakiya protestoyî kirin.

Çalakiyên bi pêşengiya Meclîa Jinan a Viyanê hatine destpêkirin, berdewam dike.

HANNOVER

Qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li bajarê Hannover ê Elmanyayê hat protestokirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Kurd û dostên wan ên li ber Hannover Haûpbahnhofê hatin ba hev, wêneyê Nagihan Akarsel vekirin û find vêxistin.

Meclîsa Gel a Hannoverê, Meclîsa Jinan a Ronahî û Women Defend Kurdistanê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin: “Em kêliyek pir bi êş dijîn. Îro rêveberiya Başûrê Kurdistanê jinek Kurd neparast lê sîxûr û leşkerên dewleta Tirk diparêze û dibêjin em Kurd in. Bi hezaran car lanet li we rêveberiya xayîn û hevkar be. Em ê weke Nagihan Akarsel nerawestin. Têkoşîna me, wê her tim û li her derê, weke lehiyek diherike nerawest û ber bi pêş ve biçe.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana Rojhilat” bi dawî bû.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Kurdistaniyên ku bi banga TJK-F’yê (Tevgera Jinên Kurd a Fransayê), li qada Repûblîqûe ya ku yek ji qadên herî qelebalix a Parîsê ye, hatin ba hev û bi berzkirina dirûşmeyên “jin jiyan azadî” komkujiya ku çêbûye, protesto kirin. Jinan û Kurdistaniyan wêneyên Nagihan Akarsel, dovîzên bi zimanê Fransî li ser “Jin jiyan azadî” û pankartên li ser “Jin jiyan azadî” û “Ji bo Nagihan tolhildan” hat nivîsîn, hilgirtin û di şexsê Akarsel de ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin.

Hevseroka CDK-F’yê Xanê Akdogan û Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç yek bi yek daxuyanî dan. Hevseroka CDK-F’yê Xanê Akdogan wiha got: “Em hemû dizanin ku me dijminek bê exlaq heye. Ev êrîş ne tesaduf e. Dixwazin têkoşîna jinan a geş dibe, rawestînin û lê vê yekê sernaxînin. Em di şexsê hevrê Nagihan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza geşkirina têkoşîna wan dubare dikin.”

Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç jî diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst û mêtinger di pêvajoyek gelek krîtîk de, ev komkujî pêk anî û got: “Ji ber ku şoreşa ku li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan tê kirin, li gel paradîgmaya Rêber Apo ya azadiya jinê û ‘Jin jiyan azadiyê’ azadiya jinê êdî li hemû cîhanê cih girt. Hişmendiya qirêj a ku hevrê Nagihan hedef girt, di rastiyê de azadiyê jinê hedef girt, paradîgmaya jineolojiyê hedef girt. Ev êrîş li dijî gelê Kurd ê azadî û demokrasiyê dixwaze, hatiye kirin. Lê bila bizanin ku em ê heta dawiyê vê têkoşînê bidin dewamkirin û encam bigirin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.