Li Silêmaniyê qetilkirina Nagihan Akarsel hate protestokirin

Jinan li bajarê Silêmaniyê qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel protesto kir û xwest bûyer were ronîkirin.

Bi sedan jin û kesên ji sazî û dezgehên cuda heta cihê ku endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel lê hate qetilkirin meşiyan. Di meşe de jinan wêneyê Nagihan Akarselê hildan û bê navber dirûşmên ”Jin jiyan azadî”, ”Şehîd namirin” û ”Bimre xiyanet” berz kirin. Jinan li vir gul danîn cihê ku Akarsel lê hate qetilkirin.

Li vir Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên axivî û destnîşan kir ku bikuj bi hêsanî bendên kontrolê derbas dikin û direvin derveyî bajar û got: “Me di bûyera qetilkirina Şukrî Serhed, Zekî Çelebî, îro jî Nahiganê de dît ku bikuj bi hesanî direvin derve. Ev yek jî dide nîşandan ku ev herêm tenê ji bo terorîst û dijminan aram e.”

Husên bertek nîşanî hikûmetê da û diyar kir ku ew van kiryarên terorî qebûl nakin û bang li hêzên ewlekariyê kir ku wan biparêzin, eger ku nikarin ew ê bi xwe xwe biparêzin.

Piştî axaftina Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên girse bi meşê û dirûşmên ”Jin jiyan azadî”, ”Bimre xiyanet” û ”Şehîd namirin” heta ber avahiya Mekteba Siyasî ya YNK’ê meşiyan û li vir çelenga reş danîn.

Jinan li ber avahiya Mekteba Siyasî ya YNK’ê çalakiya rûniştê li dar xist û piştre bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.