Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) spasiya gel kir ku di 15'ê Sibatê de di serî de li Strasbourgê li gelek welatên Ewropayê daket qadan.
Peyama KCDK-E'yê bi vî rengî ye:
"Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' li Awûstralya, Kanada û gelek deverên Ewropayê, li bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hatin lidarxistin û bi deh hezaran kes tevlî bûn.
Gelê me yê fedakar bi pêşengiya jin û ciwanan qad dagirt û bi yek helwestê dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' qîriya. Di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bilind kir û hêzên ku 100 sal in polîtîkayên înkar, îmha û qirkirinê dimeşînin şermezar kir.
Rêber Apo gaveke dîrokî avêt û bi pêşniyarên xwe yên ku qirkirina li ser gelê Kurd têk dibe, berê gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji şer û krîzê dide aştî û çareseriya demokratîk, bû ronahiya hêviyê. Hîn beriya daxuyaniya xwe ya dîrokî bide maskeyên li ber rûyê kesên li ber demokrasî, aştî û çareseriyê radibin anî xwarê.
Mîtînga mezin a Strasbourgê careke din nîşan da ku gelê Kurd bi rengekî hevgirtî wê li ser rêya Rêber Apo bimeşe. Bi deh hezaran kesî li Strasbourgê gotin, 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re'.
Dostên gelê Kurd jî qad dagirtin û piştevaniya enterasyonalîst di asta navneteweyî de nîşan dan. Li hemû navendan di meş û çalakiyan de gelên Ewropayê meşa azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna wan a ji bo azadiya Rêber Apo silav kirin.
Bi deh hezaran kesî ragihandin ku ew dilsozê pêvajoya azadî, demokratîk a nû ye ku Rêber Apo da destpêkirin û ji bo serxistina vê pêngavê xwedî îrade û biryardariyeke xurt e. Nîşan dan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê em hîn bêhtir bixebitin.
Rojên ku pêvajoya komploya tarî ay 26 salan bê parçekirin û têkoşîna azadî û demokrasiyê bê biserxistin ne dûr e. Nirxên mezin ên hatin bidestxistin û fikrên Rêber Apo rê nîşanî me dide û dibe hêvî.
Em spasiya gelê xwe, jin û ciwanan, meclîs, federasyon, sazî û her kesên bi berpirsyarî rabûn dikin, ku hewldanên fedakarî kirin. Her wiha di serî de şaredariya Strasbourgê ku derfetên meşê da, em spasiya hemû xebatkar û saziyên wê yên pêwendîdar dikin."