Kurdistanî û dostên wan li Torontoyê li dijî komployê meşiyan

Bi sedan kesên ku bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê li Torontoyê meşiyan wiha gotin, “Heta ku welat û Rêbertiya me azad nebe, her roj ji bo me roja reş e û her roj roja têkoşînê ye.”

Li Torontoyê ku bajarê herî mezin ê Kanadayê ye, bi rojan in bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Kanadayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de çalakî û bername tên lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li kolana Yonge&Bloor a Torontoyê li hev civiyan, komployê şermezar kirin û daxwaza xwe ya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” dubare kirin.

Di meşa girseyî de ku ji Yonge&Bloor heta Union Stationê dewam kir, pankarta “Freedom for Ocalan” û “Kes nikare roja me tarî bike” hatin hilgirtin. Di meşê de êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd jî hatin protestokirin.

Di çalakiya ku bala gelên li Torontayê dijîn kişand de danezanên bi zimanê Îngîlîzî hatin belavkirin. Agahiyên derbarê şerê qirêj a li dijî Kurdan û rewşa Rêber Apo û girtiiyan de hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi rola Rêber Apo a li ser Kurdan, jin, demokrasî û azadiyê hate kirin û girtiyên siyasî hatin silavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Heta ku welat û Rêbertiya me azad nebe, her roj ji bo me roja reş e û her roj roja têkoşînê ye.”