Kurdistaniyên li Awûstûryayê, 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Viyanayê protesto kirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarên Lînz a St. Polten, Graz, Innsbruck, Salzburg û bajarên derdorê beşdarî meş û mîtînga ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ji hêla Meclîsa Jinê ya Avesta û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin, bûn
Kurdistaniyên li Christian-Broda-Platzê hatin gel hev, ji bo bîranîna hemû şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Di meşê de pankartên bi Kurdî, “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin” û “Em komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar dikin” û wêneyên Rêber Apo hatin hilgirtin.
Ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Linzê Cevdet Halîm axivî. Halîm bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got, "Hûn nikarin roja me tarî bikin."
Endamê Meclisa FEY-KOM’ê Halîs Gimgim jî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û diyar kir ku Rêber Apo rêberê hemû gelên berxwedêr e.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Avesta Nûrcan Guleryuz jî axivî û got: “Em îro salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku 26 sal berê pêk hat protesto dikin. Divê hemû hêzên demokratîk ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin û 15’ê Sibatê wê bibe destpêka siberojeke baştir.”
Herî dawî Serokê Civaka Azad Ahmet Zîrek axivî û wiha got: “26 sal berê şehîdên şer û berxwedanê gotin, ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin.’ Fikrên roja me îro li Rojhilata Navîn û li cîhanê mezin dibe. Ev 26 sal in li girava Îmraliyê berxwedaneke pir mezin tê meşandin. Bi xwedîderketina vê berxwedanê em xwedî li Rêber Apo derdikevin. Em dîsa dibêjin, hûn tu carî nikarin roja me tarî bikin!”
Piştî axaftinan gel bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" heta ber Museumsquartierê meşiyan.