Di salvegera Komploya Navneteweyî de bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Britanyayê sedan kes li pêşiya Dalston Junctionê li hev civiyan û mitîng û meşek hate lidarxistin.
Enternasyonalîst û nûnerên saziyên demokratîk jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ hate vekirin, wêne û flamayên Rêber Apo hatin hilgirtin. Çalakiyê bi merasîma rêzgirtinê ya ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Di meşê de gelek caran dirûşmeyên ‘’Bimire Komploya 15’ê Sibatê”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Duh Mandela, Îro Ocalan” hatin berzkirin.
Beriya meşê axaftin hatin kirin û Komploya Navneteweyî dubare hate şermezarkirin û peyama; ‘’Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me ye. Berxwedanê komplo têk bir, a niha dora azadiya Rêber Apo ye’’ hate dayîn.
Piştre Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Britanyayê Seyît Sûrûç axivî.
SÛRÛÇ: EM Ê TU CARAN JIYANEKE BÊYÎ RÊBER APO QEBÛL NEKIN
Sûrûç di destpêka axaftina xwe de komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û ev yek anîn ziman: ‘’Bi rehîngirtina Rêber Apo xwestin gelê me tune bikin. Lê belê bi berxwedanê komplo hate pûçkirin. Em îro dubare bang dikin ku em ê tu caran jiyaneke bêyî Rêber Apo qebûl nekin. Heya Rêber Apo azad nebe, tu Kurdên birûmet dê nebêjin em azad in. ‘’
Piştre Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londrayê Îshak Milanî axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Hêzên hegemonîk bi rehîngirtina Rêber Apo xwestin îradeya Rêber Apo tune bikin. Nekarîn vê yekê bikin. Berovajî wê fikr û paradîgmaya Rêber Apo roj bi roj belav bû tevahiya cîhanê û komploger li hemberî paradîgmaya azadiyê têk çûn. Divê em dîwarên Îmraliyê hilweşînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dabîn bikin.’’
POYRAZ: KOMPLOGER LI HEMBERÎ ÎRADEYA XURT TÊK ÇÛN
Siyasetmedar û nivîskar Alî Poyraz jî axivî û got: ‘’Rêber Apo bi îrade û paradîgmaya xwe rê li ber armancên Komploya Navneteweyî girt. Komlplogeran li hemberî gelê Kurd serî li polîtîkayên zext, tundî û qirkirinê dan lê belê Gelê Kurd ê li dora Rêber Apo kom bûyî, îradeyeke xurt nîşan da. Gelê Kurd serê xwe li ber zext, zordarî û qirkirinê netewand û ji niha şûnde jî natewîne.’’
MLKP: EM KOMLOYÊ ŞERMEZAR DIKIN
Li ser navê MLKP’ê jî axaftinek hate kirin û têkoşîna azadiyê hate silavkirin. Di axaftinê de ev yek hatin gotin: ‘’Em weke MLKP’ê dubare komploya 15 Sibatê şermezar dikin. Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd ya ji bo azadiyê. Dê emperyalîst, faşîst û paşverû têk biçin û gelên bindest û hêzên azadîxwaz û demokratîk bi ser kevin.’’
Li ser navê KCDK-Başûr, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Lonrayê û komên enternasyonalîst jî axaftin hatin kirin.
Çalakvan piştre bi çepik, tîlîlî û berzkirina dirûşmeyan ber bi Navenda Civava Kurd a li herêma Haringeyê ve meşiyan.
TCŞ’ê jî di tevahiya meşê de danezanên têkildarî berxwedan û paradîgmaya Rêber Apo belav kirin.
Meş li pêşiya bînaya KCC’ê ya li Haringeyê bi dawî bû.