Li Parîsê faşîstan êrîşî ACTIT’ê kirin: Ciwanek bi giranî birîndar bû

Li Parîsê faşîstên Neonazî êrîşî Komeleya ACTIT’ê kirin û ciwanekî endamê Young Struggleyê birîndar bû. ACTIT'ê xwest ku êrîşkar bên girtin û ji saziyên ku sersarî kirine hesab bê pirsîn.

Komeleya ACTIT’ê ya ku di bin banê Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AVEG-KON) de li paytexta Fransa Parîsê xebatên xwe dimeşîne, di saetên êvarê de rastî êrîşa koma faşîst a neonazî ya Fransî KOB WEILLE hat.

Hat ragihandin ku faşîstan bi kêr û qesetûran êrîşî Komeleya Karkerên Koçber û Çandê yên Tirkiyeyî (ACTIT) kirin. Faşîstên êrîşî ciwanên endamên rêxistina ciwanên sosyalîst Young Struggle (YS) ên li komeleyê bûn kirin û di encamê de ciwanek bi giranî birîndar bû.

ACTIT’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîş şermezar kir û wiha hat gotin: “Armanca vê êrîşê bi awayekî eşkere pêşîlêgirtina rêxistinbûna karkarên koçber û têkoşîna ciwanên antî-kapîtalîst û antî faşîst ên li dijî faşîzm û nîjadperestiyê xwe birêxistin dikin. Hevkarên ku duh li Parîsê şoreşgerên Kurd qetil kirin, îro jî êrîşî ciwanên şoreşger û saziyên wan ACTIT’ê kirin. Komên faşîst ên li hev kom bûn, êrîşî çalakiya ciwanên endamên Young Strugleyê kirin. Polîsên Fransî di destwerdan bûyerê de dereng man û ev sersarî rê li ber êrîşên faşîstan vedike. Daxwaziya me ew e ku êrîşkar bên girtin û ji saziyên ku sersarî kirine hesab bê pirsîn. Em ê rê nedin êrîşên nîjadperestî yên li dijî koçberan."

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî bang li hemû şoreşger, demokrat û welatparêzan kir ku xwedî li komeleya ACTIT’ê derkevin.