Komploya navneteweyî li Atînayê hat protestokirin
Li Atînayê komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo hat protestokirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku Rêber Apo bi fikr û têkoşîna xwe komplo vala derxistiye.
Li Atînayê komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo hat protestokirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku Rêber Apo bi fikr û têkoşîna xwe komplo vala derxistiye.
Bi boneya salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li paytexta Yewnanistan Atînayê daxuyaniyek hat dayîn.
Kurdan û dostên wan li qada Syntagmayê daxuyanî dan û ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyekê rêz girtin. Girseyê wêne û alên Rêber Apo hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.
Li ser navê girseyê Nûnerê PYD’ê yê Yewnanistanê Îbrahîm Muslîm diyar kir ku divê êrîşên li dijî Rojava demildest bên rawestandin û bal kişand ser giringiya konferansa li Parîsê ya ji bo Kurdan. Îbrahîm anî ziman ku wê Şoreşa Rojava bigihêje serkeftinê û ew bi kelecan li benda peyama Rêber Apo ne.
Îbrahîm herî dawî got: “Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe komploya 15’ê Sibatê pûç kiriye. Rêber Apo bi fikir û têkoşîna xwe komplo vala derxistiye. Pêvajoya niha dê tarîtiya komployê ronî bike.”