BI DÎMEN

Komplo bi meşeke girseyî li Mîlanoyê hat protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyayî bi armanca protestokirina komploya 15’ê Sibatê û ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Mîlano yê Îtalyayê meşeke girseyî li dar xistin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ser banga Rete Kurdistan, Komeleya Konfederalîzma Demokratîk û Komîteya Kurdistanê li qada Cairoliyê ya Mîlanoyê hatin cem hev.

Girseyê bi pankarta “Ji Ocalan re azadî”, posterên Rêber Apo û alên YPJ û YPG’ê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statû”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Nûnerên gelek rêxistinên demokratîk di çalakiyê de axivîn. Di axaftinan de daxwaza azadiya Rêber Apo kirin û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê Kurd şermezar kirin. Banga xwedîderketina li pergala konfederalîzma demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin hat kirin.

Girseyê li ber televîzyona dewletê ya Îtalyayê RAI TV pankart vekir û bêdengiya çapemeniya Ewropayê protesto kir.

Meş bi axaftinên li ber Konsolosxaneya Tirk a li Mîlanoyê û berzkirina dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re azadî”, “Qatil Erdogan” û “Terorîst dewleta Tirk” bi dawî bû.